Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî bitikîne
Parêzerên ji rojnameya Yeni Yaşamê rojnameger Ferhat Çelik, Aydin Keser, ji Oda TVyê Bariş Pehlivan, Bariş Terkoglu û Hulya Kilinç û ji rojnameya Yeniçagê Mûrat Agirelî piştî guhertina qanûna înfazkirinê ji bo tehliyeya rojnamegeran serî li dozgeriyê dane.
Lê 4em Dadgeriya Silh û Cezayan a Stenbolê daxwaza parêzeran a tehliyekirina 6 rojnamegeran qebûl nekiriye.
Parêzeran ji bianetê re gotin ku ew ê li dijî vê biryarê derkevin.
Rojnamegeran binaxkirina karmendê Rêxistina Istixbarata Netewî (MIT) ê li Libyayê miribû kiribûn nüce. Ji ber wê jî hatibûn desteserkirin û girtin.
Parêzeran di daxwaznameyên xwe de gotine ku qanîna înfazê hatiye guhertin. Li gorî van guhertinan dema serbestiya bikontrol jî guheriye û divê rojnameger serbest bibin.
Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz, parêzerên Çelîk û Keserî serî li Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê dane û xwestine ku li gorî rewşa nû rojnameger serbest bibin.
Huseyin Ersoz, Kazim Yigit Akalin û Serkan Gunel, parêzerên Bariş Terkoglû û Bariş Pehlivanî jî duh serî li dozgeriyê dane û xwestine her du rojnameger serbest bibin.
Her weha Onur Cingil, parêzerê Hulya Kilinçê û Gizay Dulkadir, parêzera Murat Agirelî jî bi heman armancê daxwazname peşkeş kirine û daxwaza tehliyeya rojnamegeran kirine. (HA/FD)