Kolombiya. Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor daneyên Zanîngeha Johns Hopkînsî li tevahiya cîhanê hejmara nexweşên Covîd-19ê ji 2 mîlyonî derbas kirine.
Li gor zanyariyên Worldometersê jî li tevahiya cîhanê heta niha 119 hezar û 779 kes ji ber Covîd-19ê mirine.
Her weha 453 hezar û 15 kes piştî dermankirinê baş bûne.
Li ser sînorê Fransayê û Almanyayê rûgeşî pêkhatiye
Ji ber vîrusa Covîd-19ê li ser sînorê Fransayê û Almanyayê rûgeşî pêkhatiye. Fransiyên ku xwestin derbasî Almanyayê bibin, rastî nerazîbûn û lêdana welatiyên Almanyayê bûne.
Li Kazakistanê nexweşa 82 salî baş bûye
Li Kazakistanê jina ku temenê wê 82 sale û bi vîrusa Covîd-19ê ketibû, piştî dermankirinê baş bûye û çûye mala xwe.
Li Rûsyayê wê artêş jî were wezîfedar kirin
Vîladîmîr Pûtin, Serokê Rûsyayê piştî zêdebûna rêjeya nexweşan a rojane eşkere kiriye û gotiye, rewş berbi xerabîyê ve diçe ewê di çarçoveya têkoşîna li dijî Covîd-19ê de artêşê jî wezîfedar bike.
Li Rûsyayê roja duşemê 2 hezar û 558 nexweşên nû hatibû tespîtkirin.
Li welatî bi zêdebûna 18 kesan ve hejmara miriyan gihaiştiye 148an.
Li Çînê hejmara nexweşan dîsan zêde bûye
Li Çînê 5 hefteye hejmara nexweşa her ku diçû kêmtir dibû. Li gor roja berê 99 kesên din bi Covîd-19ê ketine. Di 5 hefteyê dawîn de roja ku herî zêde rêjeya nexweşan bilind bûye, îro ye.
Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî destnîşan kirîye û gotiye, ji wan nexweşan 98 jê li derveyî welat hatine.
Li Gazzeyê dê carekî din test bê çêkirin
Li Gazzeyê komek ji ciwanên xwebexş ji ber karantînayê pirtûkan digihîne zarokan. Zarokên ku ji ber virûsê nikarin ji mal derkevin koma xwebexş wan teşwîqî xwendinê dike.
Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê 5 kîtê testan ji bo Gazzeyê kirîbû, piştî ku Îsraîlê rê da ew kîtana derbas bibin, carekî din li Gazzeyê dest bi testa koronayê kirine.
Li Brezîlyayê wêneyên gorên bi komî hatiye kişandin
Li bajarê Sao Pauloya Brezîlyayê di hewa de dîmenên goristana kesên ji ber Covîd-19ê mirine hatiye kışandin.
Japonya
Japonyayê ji welatên ku Covîd-19ê tesir lê kiriye ra dermanê grîbê yên bi navê Avîgan bê pere dişine.
Li gor nûçeya televizyona NHKya Neteweyî Yoşîhîde Suga, Sekreterê Kabîneyê eşkere kirîye, di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusa Covîd-19ê de, welatên ku pêwîstiyan wan bi dermanan hebe û qasî kare wan dibîne emê bê berdêl jê re bişînin.
Her weha Wezîrê Tenduristiyê yê Almanyayê roja pêncşemê gotibû, ewê bi mîlyonan tablêtên Avînganê ji japonyayê dê bigirin. Dermanê Avîgan ji aliyê Fujifilm Toyama Chemicalê ve têne çêkirin. Ji bo tedawîya nexweşiyên weke ebolayê tê bikaranîn. (PT/AY/FD)