Kolombiya. Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li tevahîya cîhanê heta niha hejmara kesên ku bi vîrûsa Covid-19ê ketine geyîştîye mîlyonekê û 434 hezar û 861an û hejmara mirîyan jî geyîştîye 82 hezar û 161 kesan.
Li tevahîya cîhanê hejmara nexweşên ku tedawîya wan encam dane û çak bûne jî geyîştîye 302 hezar û 470 kesan.
Li gor agahîyên ku Wezareta Tenduristîyê ya Tirkiyeyê daye, li wî welatî heta niha 725 kes ji ber vîrusa Covîd-19ê mirine û 34 hezar û 109 kes jî bi vîrusê ketine.
Li tevahîya cîhanê welatê ku herî zêde ji ber vîrusa Covîd-19ê qurbanî daye, bi 17 hezar û 127 kesan Îtalya ye.
Li bajarê Wuhanê ya Çînê karantîna bidawî hatiye. Herweha bajarê Wuhanê 11 hefteye di bin karantînayê da bû.
Li DYAyê hejmara miriyan ji 12 hezarî derbas bûne
Li Amerîkayê hejmara kesên ku ji ber vîrusa Covîd-19ê mirine ji 12 hezarî derbas bûye.
Tedawiya Serokwezîrê Brîtanyayê didome
Boris Johnson, Serokwezîrê Brîtanyayê duyem roje di bin tedawiya giran de ye. Li gor agahiyên Serokwezîriyê, ku rewşa Johnsonî stabil e.
Li Kolombiyayê polîsan bi danskirinê piştgirî dane di karantînayê da ne
Li Bogotaya paytexta Kolombiyayê ekîbên Polîsên Neteweyî yên Kolombiyayê ji bo wan kesên ku di karantînayê da ne û ew xwe baş hîs bikin bi dans kirinê piştgiriya wan kirine.
Herweha li welatî heta niha 50 kes ji ber vîrusa Covîd-19ê mirine
Li Almanyayê hejmara nexweşan dadikeve
Li Almanyayê di çarçoveya tekoşîna li dijî vîrusa Covîd-19ê de biryara çend tedbîrên din hatiye stendin. Li gor biryarê kombûna ji 2 kesî zêdetir hatiye qedexekirin û divê kargeh girtî bêne girtin.
Herweha Enstîtuya Robert Kochî eşkere kiriye, li Almanyayê heta niha hejmara kesên ku bi vîrusa Covîd-19ê ketine, bi zêdebûna 4003 kesan ve geyîştîye 103 hezar û 228an û hejmara kesên bi vîrusê mirine jî geyîştîye 1861 kesan.
Li Tayvanê biryara bikaranîna maskeyan hatiye stendin
Hukumet Tayvanê biryar daye ku li Taipeîya paytexta Tayvanê di çarçoveya tekoşîna dijî vîrusa Covîd-19ê de divê herkes neçarin êdi di wesayîtên komî de maskeyan bide ber deve xwe.
Li Îsraîlê ji bo welatîyan zexîre û xorak hatiye belavkirin
Li Îsraîlê leşkeran li bajarê Benî Berakê xorak û zexîre belav kirine. Herweha bajarê Benî Berak nêzîkî bajarê Tel Avîvê, paytexta wî welatîye. Li wî bajarî zêdetir cihûyên Ultra-Ortodoks(Haredî) dijîn. (PT/AY/FD)