*Civîna "Lihevkirina Dolmabahçeyê", Fotogaf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Tê gotin ku “Piştî her şerî divê aştiyek çêbibe.”
Serokomarê demê Suleyman Demîrelî ji bo şerê di sala 1984an de dest pê kir, gotibû, “Serhildana 29an a Kurdan”. Gelo wê ev “Serhildana 29an” bi aştiyeke çawa bi encam bibe û wê kengî bi encam bibe?
Ev pêvajo di 15ê Tebaxa 1984an de dest pê kir. PKKyê wê rojê li Dihêya Sêrtê û Şemzînana Colemêrgê bi ser baregehên leşkeri de girtibû û ji wê roje heta niha, ango ev 40 sal in dewam dike. Di van 40 salan de digel şer û pevçûnan, gelek caran agirbest hatine ragihandin, hevdîtin bi reng û şêwazên cuda di navbera aliyan de pêk hatine û herî dawî jî bi navê “Pêvajoya Çareseriyê” pêvajoyek hate destpêkirin.
Lê ev pêvajo niha dîsa bi şer û pevçûnên girantir berdewam dike. Hewldanên di sala 2005an de dest pê kirin, di sala 2015an de bidawî bû.
Ozal: “Karê du sê pêxwasan e”
PKK çalakiyên 15ê Tebaxê weke “Guleya yekem” bi nav dike. Serokwezîrê demê Tûrgût Ozalî ji bo liv û tevgera PKKyê ya wê demê gotibû, “Karê du sê pêxwasan e.” Lê piştî ku liv û tevgera PKKyê zêdetir bû û mijar di rojevê de demeke dirêj ma, dewleta Komara Tirkiyeyê fam kir ku “pirsgirêk” ne weke ew texmîn dikin. Ji bo vê jî liv û tevger û helwesteke nû a polîtîk diyar kir.
Ev polîtîka di dawiya salên 1980yî û destpêka salên 1990î de kete meriyetê. Ji ber vê polîtîkayê, dewlet piştî demekê “ji rêya asayî derket û kete ya ne asayî”. Vê pêvajoyê weke pêvajoya “Kontrgerilla” an jî “Şerê asta wê nizm” penase dikin. Armanc bi vê polîtîkayê ew bû ku gerîlayên PKKyê ji “gelê herêmê” qut bikin. Di salên 1990î de ji ber vê helwestê, mafên mirovan bi rengekî gelekî berfireh û kûr hatin binpêkirin.
Di vê pêvajoyê de gund hatin şewitandin, mirov neçarî koçberiyê kirin, daristan bi sedema operasyonên leşkerî hatin şewitandin, mirov bi darê zorê hatin windakirin, saziya bi navê JITEMê ya “dijyasayî” mirov bê daraz kuştin, mirov avêtin bîrên asîtê, bikaranîna mafên ziman hatin astengkirin, PKKyiyên di pevçûnan de dimirin îşkence li laşên wan kirin, gelek mirov bi hev re hatin desteserkirin û demeke dirêj desteserkirî man û îşkence li wan kirin, rojname bombe bikin, rojnameger û belavkarên rojnameyan kuştin, bajarên mîna Licê û Şirnaxê bi rojan hatin dorpêçkirin, parlamenterên DEPê li Meclîsê hatin desteserkirin, partiyên siyasî hatin girtin, parlamenter hatin kuştin…
Di sala 1989an de pîsî bi gundiyên Cinibriyê dan xwarin, di sala 1992yan de li Cizîrê gule reşandin ser gel, li gorî daneyên fermî 57, li gorî daneyên ne fermî bi sedan mirov mirin. Di 19ê Tebaxa 1992yan de bi îdiaya ku “PKKyê bi ser Şirnexê de girtiye” navenda bajêr bi hefteyan hate dorpêçkirin. Ev çendîn bûyerên ku di wan salan de pêk hatine.
Agirbest hate ragihandin
Di dema van şer û pevçûnên giran de û vê rewşê de jî her du alî bi reng û şêwazên cuda hevdîtin dikirin.
*Fotograf: ANF
Di 20ê Adara 1993yan de Rêberê PKKyê agirbesta yek alî ragihand. Bi vê gavê re nîşan da ku “Serhildana Kurdan a 29an” û “Pirsgirêka Kurdan” dibe bi rêyên aştiyane çareser bibin.
Di 15ê Nîsana 1993yan de PKKyê ragihand ku wan dema agirbestê du mehên din dirêj kiriye. Lê piştî wê bi du rojan, di 17ê Nîsanê de Serokomar Tûrgût Ozal mir. Mirina Ozalî, bû gava yekem ku pêvajo bidawî bibe.
Di meha Gulanê de jî PKKiyan 33 leşker revandin û kuştin. Bi vê bûyerê re, pêvajoya lêgerîna çareseriyê bi dawî bû.
*Licê, Fotograf: bianet (Arşîv)
Çend bûyerên ku piştî vê demê pêk hatin û hîna jî di rojeva mafparêzan de ne, ev in: Ji ber sepandina cerdevaniyê, serdegirtinên malan û îşkenceyê, li Dîgora Qersê di 14ê Tebaxa 1993yan de gelî meşek li dar xist. Gule bera ser sivîlan dan û zarok, ciwan û kal û pîr jî di nav de 17 kes hatin kuştin. Rojnameger û nivîskar Mûsa Anter di 20ê Îlona 1992yan de li Amedê hate kuştin. Di 22yê Çiriya Pêşiyê ya 1993yan de Fermandarê Cendermeyan ê Herêmê Bahtiyar Aydin li Licêya Amedê hate kuştin. Piştî wê navçe dorpêç kirin û 16 kes hatin kuştin. Di 3yê Kanûna Pêşiyê ya 1994yan de sê biroyên rojnameya Ozgur Ulkeyê li Stenbol û Enqereyê hatin bombekirin.
Di nava şer û pevçûnê de, Ocalanî roja 15ê Kanûna Pêşiyê ya 1995an û 1ê Îlona 1999an de du caran agirbest ragihand.
Pêvajoyeke nû dest pê kir
Di 20ê Adara 1995an de Artêşa Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê li dijî PKKyê dest bi operasyoneke leşkerî ya berfireh kir. Ev bû sedem ku agirbesta sala 1995an bi dawî bibe. Ya sala 1998an hate ragihandin jî piştî ku Ocalan neçar ma ji Sûriyeyê derkeve û biçe Ewropayê, pêk nehat. Ocalanî ji bo vê pêvajoya dawiyê dibêje “Komploya Navnetewî.” Di 15ê Sibata 1999an de Ocalan li Kenyayê hate desteserkirin û ew anîn Tirkiyeyê.
15ê Sibata 1999an û geşedanên piştî wê, ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan û bidawî bûna “Serhildana 29an” gelekî girîng e.
Bi anîna Ocalanî a Tirkiyeyê û xistina wî ya Girava Îmraliyê re, lig elek bajarên Tirkiyeyê bi rojan çalakiyên protestoyî dest pê kirin. Lê pêvajoya dadgehkirina Ocalanî ya li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) û guhertinên girîng ên di stratejî û îdeolojiya PKKyê de, ji bo pêvajoyeke nû ya çareseriyê, xalên balkêş diyar dikin. Bû sedema ku nîqaşên ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane gûrtir û berfirehtir bibin û îradeya siyasî hin “gavan biavêje”.
Di wê demê de Tirkiyeyê ji bo endamtiya xwe ya Yekîtiya Ewropayê jî hin gav diavêt.
Di pêvajoyê de bûyerên neyênî jî çêdibûn
Hin pêşketinên di vê vê demê de bûne, wiha ne:
Di kanala televîzyonê ya dewletê de demeke kurt ji bo weşanên kurdî hate veqetandin. Rayedarên dewletê bi Ocalan û rêvebirên KCKyê re, rayedarên AKPyê jî bi rayedarên BDP û HDPyê re dest bi hevdîtinan kirin. PKKyê dem bi dem agirbest ragihandin. Hikûmeta AKPyê di bin navê “Paketa Mafên Mirovan” de ji bo zimanê kurdî hin biryar dan. Bi banga Ocalanî, di bin navê “Komên Aştiyê” de du kom ji Ewropa û Qendîlê hatin Tirkiyeyê. Siyasetmedarên kurd di bin navê “Heyetên Îmraliyê” de çûn Îmraliyê û serdana Ocalanî kirin.
Ocalanî di 21ê Adara 2013an de nameyek ji bernameya Newrozê ya Amedê re şand û di nameyê de got ku “şerê di navbera Tirkiye û PKKyê de bi dawî bû.” Gerîlayên PKKyê, bi banga Ocalanî dest pê kirin û derketin ji derveyî Tirkiyeyê. Li Parlamentoyê “Komîsyona Çareseriyê” hate sazkirin.
Lê helbet di vê pêvajoyê de astengî jî hebûn. Digel gavên erênî yên ji bo çareseriyê, hin tiştên neyênî jî derdiketin holê.
Dadgeha Destûra Bingehîn, Partiya Herêmên Demokratîk (DTP) bi yekdengî girt. Mafê parlamenteriyê yê Ahmet Turk û Aysel Tûglûkê betal kir. Her weha bi navê “Operasyonên KCKyê” gelek siyasetmedar, şaredar, rojnameger û nûnerên civaka sivîl hatin desteserkirin.
Biryara girtinê ji bo 13 endamên “Koma Aştiyê” hate dayîn ku ji Qendîl û Mexmûrê hatibûn.
Partiyên mixalefetê, CHP û MHP jî li dijî vê pêvajoyê derdiketin.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got ku “nekevin xefika ‘vekirinê’.” Her weha MHP û CHPyê endam nedan Komîsyona Çareseriyê ya li Parlamentoyê hate sazkirin.
Qetlîama Roboskiyê pêk hat. Di 28ê Kanûna Pêşiyê ya 2011an de balafirên şer ên tirkan gelek jê zarok 34 sivîl qetil kirin.
3 endamên PKKyê, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatin kuştin.
Di sala 2011an de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) “xweseriya demokratîk” ragihand.
Di sala 2013an de “Berxwedana Geziyê” dest pê kir û di sala 2014an de jî li Rojavayê xweserî hate ragihandin. Bandora van herdu pêşketinan li pêvajoyê bû. Pêşketinên li Rojava, hewldana dorpêçkirina Kobaniyê ya ji hêla DAIŞê ve, gotinên Recep Tayyîp Erdoganî yên ji bo Kobaniyê, rewşa heyî guherand. Di navbera 6 û 12ê Çiriya Pêşiyê ya 2014an de ji ber êrîşên DAIŞê yên li ser Kobaniyê, lig elek bajarên Tirkiyeyê xwenîşandan pêk hatin. Di encamê de 41 mirov mirin.
Di 28ê Sibata 2015an de rayedarên AKP û hikûmeta AKPyê û endamên Heyeta Îmraliyê de, li Qesra Dolmabahçeyê civîneke çapemeniyê pêk hat. Erdoganî destpêkê piştgiriya wê kir lê piştî bi salekê xwedî lê derneket. Navê vê pêvajoyê weke “Lihevkirina Dolmabahçeyê” ma.
Beriya hilbijartina parlamenteriyê ya 7ê Hezîrana 2015an, rewş li Tirkiyeyê gelekî aloz bû. Beriya vê hilbijartinê Hevserokê Giştî yê demê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşî ji bo Erdoganî got, “Em ê te nekin Serokomar” û dengên HDPyê di hilbijartinê de bi dest xist, nehişt AKP bi tena serê xwe hikûmetê ava bike.
Dema hîn “Pêvajoya Çareseriyê” dewam diker, li herêmê û li ser sînorî bi lez û beztir baregehên leşkeri hatin çêkirin û leşkeran li wan cihên ku heta wê gavê neçûbûnê baregeh çêkirin.
Encamên hilbijartina 7ê Hezîranê bû sedema, destpêka pêvajoyeke nû. Di 1ê Çiriya Paşiyê ya 2015an de hilbijartin dûbare bû. Beriya hilbijartina 7ê Hezîranê bi du rojan li Amedê di dema mitînga HDPyê ya Amedê, êrîşeke bombeyi pêk hat, di 20ê Tîrmeha 2015an de li Pirsûsê DAIŞê êrîşeke bombeyi pêk anî, di 10ê Çiriya Pêşiyê ya 2015an de li Enqereyê Qetlîama Garê pêk hat. Ev hemû jî nîşaneyên pêvajoya nû bûn.
Di 25ê Tîrmeha 2015an de li Serê Kaniyê ya Rihayê du polîs li mala xwe hatin kuştin. Hikûmeta AKPyê, ev bûyer weke hinceta bidawîbûna “Pêvajoya çareseriyê” nîşan dide. Ev bûyer dişibe bûyera kuştina 33 leşkeran a di sala 1993yan de li Çewligê pêk hatibû.
Şerên li bajaran
Di payîza 2015an de li navçeyên mîna Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Farqîn û Silopyayê “xweserî” hatin ragihandin. Piştî vê pêşketinê, heta sala 2016an li van bajaran şer û pevçûn berdewam kirin. Di nava vê demê di hin bûyer pêk hatin ku hîna jî di rojeva mafparêzan de ne:
Ev bajar hin caran bi tang û topan hin caran jî bi balafiran hatin bombekirin. Bi mehan derketina derve li van bajaran hate qedexekirin. Serokê Baroya Amedê, li ber Mînareya Çarling di nav pevçûnê de ma û can da. Cemîle Çagirgaya 10 salî li Cizîrê di dema şer û pevçûnan de mir. Dayika wê ji bo laşê wê xirab nebe, xiste sarinca malê.
*Taybet Înan
Li Silopyaya Şirnexê Taybet Înana 57 salî di dema pevçûnan de mir. 7 rojan cenazeye wê li kolanê ma û leşker û polîsan nehiştin ku malbata wê cenazeyê wê werbigirin. Sivîl, polîs û leşker û çalakvan jî di nav de bi sedan mirovan can da. Akademîsyenên Aştîxwaz, belavoka bi navê “Em nabin şirîkê vî sûcî” belav kir, akademîsyen ji ber vê belavokê ji kar hatin avêtin.
Hewldana Derbeye ya 15ê Tîrmeha 2016an û pêşketinên piştî wê, ragihandina Rewşa Awarte, biryara “Plana Çokdanînê” ya di Lijneya Ewlehiyê ya Netewî (MGK) de hate standin, êrîşên li ser Rojavayê û dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî, operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê ji sala 2019an û vir ve li Herêma Kurdistanê li dijî PKKyê didomîne, êrîşên PKKyê li dijî baregehên leşkerî û polîsan pêk anîn, doza girtina HDPyê, hevserokên giştî jî di nav de girtina gelek parlamenter û bi sedan siyasetmedarên HDPyî, tayînkirina kayûman a ji bo Şaredariyên BDP û HDPyê, astengkirina hevdîtinê ya malbat û parêzerên Ocalanî û gelek xalên din, bûyerên ku piştî “Pêvajoya çareseriya” pirsgirêka kurdan û bidawîbûna “Serhildana Kurdan a 29an” in. Di vê demê gişî de, Dayikên Aştiyê, Dayik/Mirovên Şemiyê, xizmên windayan, ji bo pirsgirêka kurdan bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bibe, hewldanên xwe domandin. Gotina dawî; “Piştî her şerî divê aştiyek çêbibe.” (FD-NT)