Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fotograf: MA
Endama Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sûltan Ozcan û endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk (YSP) Cahît Kirkazak bûne namzetên Hevserokatiya Giştî yên HDPyê.
HDP wê di 27ê Tebaxê de li Enqereyê, li Navenda Bazirganiyê kongreya xwe ya awarte pêk bîne.
Piştî hilbijartina giştî û ya serokomariyê, HDPyê biryar dabû ku kongreya xwe ya awarte li dar bixe.
Li gorî nûçeya MAyê, di kongreyê de wê rêziknameya HDPyê jî were guhertin û hejmara endamên Meclisa Partiyê wê kêm bikin.
Niha 100 endamên Meclisa Partiyê hene û di dema nû de ev hejmar wê dakeve kesî. Wê kongre ji çapemeniyê re vekirî be û hevserokên heyî Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan jî dê di kongreyê de amade bin. (FD)