Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di doza Geziyê de di dema darizandinê de dadger Sercan Karagoz ji bo karsaz Osman Kavala were berdan deng dabû. Sercan Karagoz bi biryarnameya HSKyê ji bo Agiriyê hatiye wezîfedarkirin.
30emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi tohmeta ku hewl daye hikûmetê hilweşîne cezayê muebbeta girankirî li Osman Kavala û bi tohmeta ku alîkariya vî sûcî kirine 18 sal cezayê girtîgehê li Mucella Yapici, Cîgdem Mater, Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Can Atalay, Tayfûn Kahraman û Yîgîtt Alî Ekmekçî birîbû.
Li gorî nûçeya Asuman Aranca ji T24ê Serokê Dadgehê Sercan Karagozê ku di dema darizandinê de ji bo Kavala û mafparêz Yîgît Aksakoglû bê berdan dengê xwe dabû, ji heyeta ku Doza Geziyê birêve dibe hatibû derxistin û weke endam ji bo heyeta duyemîn hatibû erkdarkirin.
HSKyê duh êvarê (17ê Tîrmehê) biryarnameyek weşandiye û ragihandiye ku dadger Karagoz ji bo Agiriyê hatiye wezîfedarkirin.
Çi bûbû?
Çend hefte beriya niha Henri Barkeyî ji Gerçek Gundemê bi Samî Menteşî re axivîbû û gotibû ku wî ne bi Osman Kavalayî lê bi rojnamegerekî/ê din re xwarin xwariye. Barkeyî diyar kiribû ku navê rojnamegera/ê xwarin pê re xwariye di îdianameyê de nîne.
Piştî daxuyaniya Barkeyî hatibû îdiakirin ku ew rojnameger Asli Aydintaşbaş e. Ji KRTyê Sûltan Eylem Keleşî ew îdia ji Aydintaşbaşê pirsiye. Aydintaşbaşî gotiye ku "Îdiayeke bi vî rengî heye lê ti peywendiya wê bi vî bûyerê re nîne." Li ser pirsa ku gotiye "Henri Barkeyî nas dike yan na?" wê gotiye, "Her kes wî nas dike, ew li Washingtonê diçû serkonsolxaneyê, bi rayedaran, wezîran re hevdîtin dikir, kesekî wiha bû."
Li ser pirsa xwarina bi Barkeyî re Aydintaşbaşê gotiye "Ez nawxazim roportajê çêbikim."
Piştî daxuyaniya Aydintaşbaşê, Barkeyî daxuyaniyeke din daye. Barkeyî gotiye ku wî bi Asli Aydintaşbaşê re xwarin xwariye.
Aydintaşbaşê bertek nîşanî Barkeyî daye û ji bo wî gotiye, "ew kes" û îdia kiriye ku operasyonek li dijî wê tê kirin. Her weha diyar kiriye ku hayê Osman Kavalayî ji vê bêdengiya wê hebû.
Derbarê Osman Kavalayî de
Di sala 1957an de li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye. Di sala 1982ê de weke rêveber li Kavala Grûbê dest bi kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî Weşanxaneya Îletîşîmê ava kiriye ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Weke endam din ava Konseya Karî ya Tirk-Polonan de, Konseya Karî ya Tirk-Yewnanan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Rojhilatê Başurê Ewropayê) û hin dezgehên karî û civakî sivîl de kar kiriye.
Endamê Lijneya Rêveber ê TESEVê, endamê Lijneya Şêweber ê Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê, piştevanê Tarih Vakfi û Diyarbakir Kultereviyê ye.
(EMK/AY)