Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî duh serdana Erebistana Siûdiyê kiriye. Li bajarê Ciddeyê Prensê Welîalht Muhammed Bîn Selmanî bi merasîmeke fermî pêşwaziya wî kiriye.
Wezîrê Karûbarên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Berevaniya Netewî Yaşar Guler, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatîh Kacir, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Alîkarên Serokê Giştî yê AKPyê Omer Çelîk, Zafer Sarikaya, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrattîn Altûn, Serokê Rêxistina Îstîxbaratê (MIT) Îbrahîm Kalin, Serşêwirmendê Serokomarî Akîf Çagatay Kiliç jî bi Erdoganî re çûne Erebistana Siûdiyê.
Mûhammed Bîn Selmanî li Qesra Al Salamê mazûbantiya Erdoganî û kesên pê re ne kiriye.
Gelek peyman îmze kirine
Piştî hevdîtinên di navbera şandeyan de, di gelek waran de her du welatan peyman îmze kirine.
Serokê Ofîsa Veberhênanê ya Serokomariyê Burak Daglioglu û Wezîrê Veberhênanê yê Erebistana Siûdiyê Xalid Al-Falihî peymana hevkariyê ya veberhênanê îmze kiriye.
Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun û Wezîrê Medyayê yê Erebistana Siûdiyê Selman bîn Yusûf Al-Dawsariyî peymana hevkariyê ya di warê ragihandinê de îmze kiriye.
Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler û Wezîrê Parastinê yê Erebistana Siûdiyê Prens Xalid bîn Selman Al-Siûdiyî plana sepandina hevkariyê ya di warê parastinê de îmze kiriye.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar û Wezîrê Enerjiyê yê Erebistana Siûdiyê Prens Ebdulezîz bîn Selman Al-Siûdî peymana hevkariyê ya enerjiye de îmze kirin.
Midûrê Giştî yê Baykarê Halûk Bayraktar û Alîkarê Wezîrê Parastina Erebistana Siûdiyê Xalid Bîn Huseyîn El Bayariyî Peymana Hevkariyê ya Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî û Baykarê îmze kiriye. (FD)