Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Partiya Pêşerojê ji bo Cejna Qurbanê serdana Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kirine.
Serdan li Navenda Giştî ya HDPê pêk hatiye û di şandeya Partiya Pêşerojê de Cîgirên Serokê Sekreteriya Giştî Seyrangul Neslîhanoglû, Hasan Gurbuz û Cîgirê Serokê Rêveberiyên Herêmî û Bajarvaniyê Alparslan Ziya Aslan hebûn. Şande, ji hêla Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Sevîlay Çelenk, endamê Meclisa Partiyê (PM) Mete Elçî û endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDPê Elîf Bulut ve hate pêşwazîkirin.
Endama MYKa HDPê Elîf Bulut di serdanê de axivîye û gotiye ku gel bi hêviya demokratîkbûnê ne û got ku hêviya gel a ji bo partiyên ji bo demokratîkbûnê têdikoşin zêde ye.
Seyrangul Neslîhanoglûyê jî diyar kiriye ku dijbertiya civakî ya li Tirkiyeyê zêde ye û wiha got: “Cejn, pêşiya vê rewşê digirin. Lewma ev serdan tiştekî hêja ne. Xweziya me her tim bikira. Em gelek keyfxweşin ku hatine serdana we.”
Bertek nîşanî girtina Merdan Yanardag dane
Şandeya CHPê jî ji Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê û Parlamenterê Stenbolê Zeynel Emre, endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Baskê Jinan Armagan Akyuz û ji Baskê Ciwanan Dîlara Dalbudak pêk hatiye.
Şande ji aliyê heman şandeya HDP û Partiya Çep a Kesk ve hatiye pêşwazîkirin. Piştî pîrozkirina cejnê jî Elîf Bulut axivî û wiha gotiye: “Yek ji aliyên hevpar ên îktîdarê jî dijminatiya li dijî jinan e. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku divê em jin hîn bêhtir têbikoşin.”
Zeynel Emreyê CHPî jî di serdanê de ev tişt anîye ziman: “Ev demekî dirêje ku CHP hewl dide temsîliyeta jinan zêde bike. Xebatên wê didomin. Divê rola di nava civakê de hatiye diyarkirin, êdî ji holê rabe. Heta tevlibûna jinan zêde nebe, welatek nikare pêş bikeve.”
Her wiha her du aliyan jî bertek nîşanî girtina rojnameger Merdan Yanardag dane.
(NT/AY)