Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Biryarên Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan yên ji bo tayînkirina cîgirên wezîran di Rojnameya Fermî de hatine weşandin.
Li gorî biryara ku li gor xalên 2, 3 û 4emîn yên Biryarnameya Serokomariyê hatiye dayîn ji bo 17 wezaretan 68 cîgirên wezîr hatine wezîfedarkirin.
Abdullah Erdem Cantimur, Îsmail Îlhan Hatipoglu, Osman Çelîk û Zekeriya Kaya wek cîgirên wezîrê Wezareta Xezîne û Darayiyê hatine tayînkirin.
Ahmet Yozgatlıgil, Çetin Ali Dönmez, Oruç Baba Înan û Zekeriya Çoştu wek cîgirên wezîrê Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê hatine tayînkirin.
Ahmet Bagcî, Ahmet Gumen, Ebubekir Gizligider û Veysel Tiryakî wek cîgirên wezîrê Wezareta Çandinî û Daristanan hatin tayînkirin.
Mahmut Gurcan, Mustafa Tuzcu, Ozgur Volkan Agar û Sezai Uçarmak wek cîgirên wezîrê Wezareta Bazirganiyê hatine tayînkirin.
Durmuş Unuvar, Enver İskurt, Osman Boyraz û Omer Fatih Sayan wek cîgirên wezîrê Wezareta Gihandin û Binesaziyê hatine tayînkirin.
Abdullah Tancan, Ahmet Berat Çonkar, Nevzat Şatiroglu û Zafer Demircan wek cîgirên wezîrê Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî hatine tayînkirin.
Di vê biryarê de Akîn Gûrlekê ku wekî dadgerê dozên siyasî tê zanîn û di 2yê Hezîrana 2022an de wek cîgirê wezîr hatibû tayînkirin, dîsa bûye cîgirê wezîr.
Derbarê Akin Gurlekî de
Herî dawî serokatiya heyeta 14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê kiriye. Hem di vê dadgehê de û hem jî di dadgehên ku berê lê hatibûn wezîfedarkirin, bi biryarên xwe yên nakok gelekî derketiye pêş.
Di salên dawî de bi gelek dozên siyasî yên girîng re mijûl bûye.
Di dozên Akademîsyenên Aştiyê de wezîfedar bûye û ceza biriye. li parêzerên endamê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) zêdetirî 159 sal ceza birîye.
Li Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş ji ber propagandaya rêxistinê 4 sal û 8 meh, li Sirri Sureyya Onder jî 3 sal û 6 meh ceza birîye.
(AS/AY)