Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê daxwaza Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind ya ji bo blokekirina hesabên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de biryara xwe aşkere kiriye.
Dadgehê ji bo daxwaza Serdozgeriyê binirxîne, civiyaye. Serdozgeriyê xwestibû ku ji ber neketiye hilbijartinê, bila dest deynin li ser 400 milyon û 228 hezar û 667 TL alîkariya xezîneyê ya HDPyê.
Dadgehê bi yekdengî gotiye ku “di vê qonaxê de hewce nake biryarê bidin.”
Pêvajoya girtina HDPyê
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind derbarê girtina HDPyê de îdianameyek amade kiribû û ev îdianame di 21ê Hezîrana 2021an de hatibû qebûlkirin. Lê Dadgeha Destûra Bingehîn nirxandina dosyayê ji esasê wê de nekir.
Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîr gelek caran xwestibû ku dest deynin li ser hesabên HDPyê.
Dadgeha Destûra Bingehîn cara pêşiyê ji ber daxwaza Şahînî, biryareke demkî wergirtibû û dest danîbû li ser hesabê HDPyê. Lê HDP li dijî vê biryarê derketibû û ev biryar betal bûbû. Paşî Şahînî careke din xwestibû dest deynin li ser hesabî. (HA/FD)