Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokatiya Desteya Rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), aşkere kiriye ku ji ber êrîşên dewletê wan biryara xwe ya “bêçalakîtiyê” betal kiriye.
KCKyê di dema erdhejên 6ê Sibatê de biryar dabû ku çalakiyan pêk neyne û di dema hilbijartinê de dema “bêçalakîtiyê” dirêj kiribû.
KCKyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku di van çar mehan de “êrîş û qetlîam berdewam kirine” û “şertên tecrîda li ser Ocalanî girantir kirine”.
KCKyê bal kişandiye li ser kuştina Huseyîn Arasanî ya li Silêmaniyê û ev weke “pêleke nû ya êrîşan” penase kiriye: “Li dijî vê pêla nû ya êrişan em biryara bêçalakîtiyê ji 13ê Hezîranê roja Sêşemê û pê de betal dikin.”
Desteya Rêvebir a KCKyê gotiye ku ew dixwazin pirsgirêka kurdan bi rêyên demokratîk û siyasî çareser bibin, demokratîkbûna Tirkiyeyê dipazêrin û ji bo vê têdikoşin:
KCKyê mixalefeta li Tirkiyeyê rexne kiriye û diyar kiriye ku nikarîbûn piştgiriya pêvajoya mirovî, ûcdanî û siyasî bikin: “Mixalefet helwesta xwe ya netewperest û teng berdewam kir û nîşan da ku ti ferq di navbera wê û desthilatê de nîne.” (AEK/FD)