Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo serlêdana siyasetmedar Osman Baydemîrî îro biryar daye.
DMMEyê diyar kiriye ku Xala 10an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ya derbarê azadiya xweîfadekirinê de hatiye binpêkirin.
Li gorî vê biryarê, wê Tirkiye 9 hezar û 750 Euroyê wê tazminata manewî, li ser hev 16 hezar û 957 Euroyî bide Osman Baydemîrî.
Ji ber peyva “Kurdistan”ê ew ceza kiribûn
Osman Baydemîr dema Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê bû, di 2017an de li Parlamentoyê gotibû, “Zarokê gele kurd, nûnerekî ji Kurdistanê hatiye”. Serokatiya Parlamentoyê ji ber vê gotina wî ceza li Baydemîrî birîbû û beşdarbûna Baydemîrî ya du danişînên civînên Parlamentoyê asteng kiribû. Her weha ji 3yan 2yê meaşê Baydemîrî qut kiribû.
Di van cezayan de Parlamenter nikarin îtîraz bikin. Baydemîr jî bi sedema ku mafê wî yê azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin, serî la Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Dadgeha Destûra Bingehîn di biryara xwe de diyar kiribû ku nirxandina vê bûyerê ne di nava erken wê de ne û serlêdan bêencam mabû. Baydemîrî piştî vê biryarê serî li DMMEyê dabû. (AS/FD)