Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokê berê yê HDPê yê Stenbolê Dogan Erbaş ku 12 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û cezayê wî hatibû erêkirin li Enqereyê desteserkirine.
Hatiye ragihandin ku parêzer Erbaşê endamê Meclîsa Partiyê ya HDPê ye piştî kar û barên li midûriyeta polîsan dê bişînin girtîgehê.
Rêveberên bajêr yên HDPê yên di 2022an de ceza stendine
14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê Di Kanûna Pêşiya 2022an de bi îdiaya ku "endamên rêxistina terore ne" û "propagandaya rêxistinê kirine" ji 6 sal heta 12 salan cezayê girtîgehê ku Doğan Erbaş û Aysel Guzel, Hevserokên berê yên Stenbolê yên HDPê jî di nav de li 11 rêveberên bajar birîbû.
Di vê çarçoveyê de Dogan Erbaş bi îdiaya ku "endamê rêxistina terorê ye" 12 sal û "propagandaya rêxistina terorê kiriye" salek û 21 meh û 22 roj ceza lê hatibû birîn. Bi Erbaşî re li rêveberên bajêr Aysel Guzelê 7 sal û 6 meh, Alî Îpeklî 6 sal û 3 meh, Ayşe Karadag 10 sal û 6 meh, Feremez Erkan 9 sal, Muhittin Arslanboga 6 sal û 3 meh, Suleyman Başer 6 sal û 3 meh, Suleyman Özcan 9 sal û 9 meh û li Kasim Oba jî 12 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn. Her weha Mehmet Tayyîp Aslan beraat kiribû.
(AEK/AY)