Fotograf: CHP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li şûna endamên kevn ên Lijneya Rêvebir a Navendî ya Partiya Gel a Komarî (CHP) endamên nû hatine diyarkirin.
Piştî tûra duyem a hilbijartina Serokomariyê, endamên Lijneya Rêvebir a Navendî dest ji kar berdabûn.
Pozîsyona Alîkarê Serokê Giştî yê ji Rêxistin û Rêvebiriya Rêxistinê Berpirsiyar, betal bûye ku Ogûz Kaan Salici ew kar birêve dibir. Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû wê ji wê ji wî wezîfeyê berpirsiyar be.
Endamên Lijneyê beriya niha 17 bû, lê li gorî rewşa nû, ev hejmar kêm bûye û daketiye 14an. Alî Oztûnç, Bulent Tezcan, Fethî Açikel, Gamze Akkûş Îlgezdî, Gokçe Gokçen, Gulîzar Bîçer Karaca, Ogûz Kaan Salici, Selîn Sayek Boke, Mûharrem Erkek, Velî Agbaba, Seyît Torûn û Yuksel Taşkin, endamên berê yên lijneyê ku dest ji kar berdabûn, di lijneya nû de cih negirtine.
Endamên nû yên Lijneya Revebir a Navendî ên CHPyê ev in:
- Ahmet Akin: Rêvebirên Herêmî
- Aylin Yaman: Polîtîkayên civakî
- Aysu Bankoğlu: Nasandin û têkiliyên bi gel re
- Bülent Kuşoğlu: Karûbarên rêvebirî û darayî
- Devrim Barış Çelik: Teknolojiyên zanist û ragihandinê
- Eren Erdem: Birêvebirina medyaya civakî
- Faik Öztrak: Polîtîkayên derbarê ekonomiyê de-berdevkê partiyê
- Hasan Efe Uyar: Sendîkayên karkeran, rêxistinên sivîl û saziyên pîşeyî
- Lale Karabıyık: Rêxistinên karmendan
- Neslihan Hancıoğlu: Sekretera giştî
- Semra Dinçer: Mafên xwezayê
- Tahsin Tarhan: Birêxistiniya derveyî Tirkiyeyê
- Yunus Emre: Platforma zanist-rêvebir û çandê
- Zeynel Emre: Karûbarên hiqûq û hilbijartinan
(VC/FD)