Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Rêveberiya Navendî ya CHPê (MYK) bi serokatiya Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu li navenda giştî civiya ye.
Piştî Hilbijartina Serokomariyê di yekemîn civîna MYKyê ya ku 4,5 saetan dewam kiriye de encamên hilbijartinê hatine nirxandin.
Di civînê de 17 endamên MYKyê bi devkî îstifayên xwe pêşkêş kirine û îstifaya wan ji aliyê Kiliçdaroglû ve hatiye qebûlkirin.
Tê çaverêkirin ku Kiliçdaroglu di rojên pêş de endamên nû yên MYKyê tayîn bike.
Endamên MYKyê yên ku îstifa kirine
Ahmet Akın, Alî Oztunç, Bulent Kuşoglu, Bulent Tezcan, Devrîm Bariş Çelîk, Faîk Oztrak, Fethî Açikêl, Gamze Akkuş Îlgezdî, Gokçe Gokçen, Gulîzar Biçer Karaca, Lale Karabiyik, Oguz Kaan Salici, Selîn Sayek Boke, Seyît Torûn, Veli Ağbaba, Yuksel Taskin.
Aşkere bûye ku Meclîsa Partiyê ya CHPê wê 3yê Hezîranê roja Şemiyê saet di 10.00an de bicive.(AEK/AY)