Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, aşkere kiriye ku dev ji siyaseta aktîf berdaye.
Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê weha gotiye:
“Silav. Ez ji hevpeyvîna xwe ya ku wê sibê di Artî Gerçekê de bê weşandin du paragrafan bi we re parve dikim:
Ez li ser navê xwe bi dil û can lêborîna xwe dixwazim ku min nekarî siyaseteke layiqî gelê me bimeşînim. Ez soz didim ku bi hewldanên xwe yên pratîkî van kêmasiyan çareser bikim.
Her weha, ez ji bo rexneyên çêker yên ku li min tên kirin spas dikim. Ez ê hewl bidim ku ji rexneyan sûd werbigirim. Ez weke hemû hevalên xwe yên ji girtîgehê têkoşînê bi berxwedanê dimeşînim, di vê qonaxê de jî dev ji siyaseta aktîf berdidim.
Ez silavên xwe yên rêhevaltiyê ji we hemûyan re dişînim û we hemûyan bi hesret hembêz dikim. Bi hêviya em di rojên azad de hevdu bibînin.”
(VC/AY)