Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê(YSK) Ahmet Yener, derbarê encamên dawî yên Hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 28an a 14ê Gulanê de pêk hatibû de daxûyanî daye.
Yener weha gotiye:
“Encamên dawî yên parlementeriya heyama 28an ji bo ku were eşkerekirin ji rojnameya fermî re hatin şandin û hat dîtin ku li welêt rêjeya beşdariyê jî sedî 88,92 û li derve jî ji sedî 53,80 e.
Tevlîbûna hilbijartinan bi giştî ji sedî 87,05 bûye.
Di encama hilbijartina hatiye kirin de AK Partiyê 268, Yenîden Refahê 5, MHP 50, YSP 61, TÎP 4, CHP 169, ÎYÎ Partîyê 43 parlamenter bi dest xistiye."
(VC/AY)