Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Spanyayê piştî ku di hilbijartina herêmî de rastgir bi ser ketine biryara hilbijartina giştî ya pêşwext hatiye dayîn.
Li gorî nûçeya El Paîsê, Partiya Karkerên Sosyalîst a Îspanyayê (PSOE) di hilbijartina herêmî ya ku duh hatibû lidarxistin de li bin ketiye.
Sanchez: Ez berpirsiyariyê digirim ser xwe
Sanchez gotiye: "Ez bi xwe berpirsiyariya encaman digirim ser xwe. Divê gelê Îspanyayê ji bo birêvebirina vê qonaxê biryarê bide. Ya herî baş ew e ku divê îspanyolî di diyarkirina rewşa siyaseta welêt de xwedî gotin bin."
Serokwezîrê Ispanyayê Pedro Sanchez piştî binketina xwe ya di hilbijartina herêmî de ragihandiye ku hilbijartina giştî wê di 23ê Tîrmehê de were kirin.
Encamên hilbijartina herêmî
Di hilbijartina herêmî de, partiya rastgir a mûxalefetê Partiya Gel (PP) ji sedî 31,5, Partiya Karkerên Sosyalîst (PSOE) ku hevparê sereke yê hikûmeta koalîsyona çep e, ji sedî 28,11 bi dest xistiye. Her weha Partiya Rastgira Tund a mûxalefetê Voxê jî ji sedî 7,18ê dengan bidest xistiye.(NT/AY)