Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Gever, navçeya Colemêrgê polîsan bi ser malan de girtine û di encamê de gelek ciwan desteserkirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di serdegirtinên malan de polîsên hêzên taybet derî û paceyên malan şikandine û bi qûndaxa sîlehan, pehîn û kulman li ciwanên desteserkirine dane.
Ciwanên hatine desteserkirin bere birine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û piştre jî birine Rêvebiriya Emniyeta Navçeyê.
Navên hin kesên hatine desteserkirin wiha ne: Demhat Kurt, Diyar Şedal, Rahmî Terzîoglû, Îsa Terzîoglû, Aras Yaşar, Ûgûr Şedal, Mustafa Bor.(TY/AY)