Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê AKPyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dema jimantina dengan dewam dikir, li ber mala xwe ya li Kisikliya Uskudarê ya Stenbolê derketiye pêşberî girseyekê û axiviye.
Erdoganî ji ber encamên derketiye holê, spasiyên xwe ji hilbijêran û welatiyan re pêşkêş kiriye.
Beşek ji axavtina Erdoganî wiha ye:
“Ez hesabekî dikim. Di sala 2018an de hejmara parlamenterên CHPyê 146 bû, di sala 2023yan de bûye 169. Lê diyar e, 40 heb parlamenter dane wan partiyên diyar ên li ser hev rêjeya dengên wan ne ji sedî 1 e.
Baş e, çi bû? Niha CHP daket 129an. Qaşo pisporê hesapkirinê ye û van karan baş dizane. Ez dibêjim ji ber hejmara parlamenterên kêm bûye, CHP wê hesab ji bay bay bay Kemalî bipirse.
“Serkeftiyê hilbijartina 14ê Gulanê jî yê 28ê Gulanê jî 85 milyon welatiyên me ne.
“Min gotibû, em ê bi wî rengî bi ser bikevin ku wê kes bibin nekeve. Îra bi tenê Tirkiye biser ket. Me niha deriye Sedsala Tirkiyeyê vekir û me bi hev re vekir.”
Erdoganî diyar kiriye ku ew ê ber bi Enqereyê ve biçe û gotiye ew ê axavtina xwe ya li "şaneşînê" li Qesrê bike. (VC/FD)