Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
12 muzîkjenên ku beriya hilbijartinên 14ê Gulanê li Îzmîrê beşdarî vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk bûne hatine desteserkirin.
Li gorî nûçeya MAyê, polîsan danê sibehê bi ser gelek malan de girtine.
Di serdegirtina malan de Sertan Ozdemîr, Şakir Yîgît Ozdemîr, Cemal Emen, Ridvan Kaya, Fatime Tandogan, Eyûb Azrak, Gokhan Gonluaçik û Kadîr Yasîn Temur jî di nav de 12 mûzîkjen hatine desteserkirin.
Muzîkjenên ku bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kirine" hatine desteserkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Îzmîrê.
(NT/AY)