Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî û namzetê Hilbijartina Serokomariyê yê Tifaqa Netewparêzan Kemal Kiliçdaroglû û Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag civiyane.
Partiya Zaferê din ava Tifaqa ATAyê de cih digire.
Kemal Kiliçdaroglû tevî Berdevkê CHPyê Faîk Oztrakî û Sekretera Giştî ya CHPyê Selîn Sayek Bokeyê çûye navenda Partiya Zaferê.
Hevdîtina herdu aliyan bi qasî saetekê dewam kiriye û piştî hevdîtinê, Kiliçdaroglû û Ozdagî civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Destpêkê Kiliçdaroglû axiviye û gotiye ku “Em li ser pirsgirêkên Tirkiyeyê, yên cîhanê axivîn. Me rewş nirxand. Min ji serokê giştî yê rêzdar re behsa hevdîtinên serokê Tifaqa Netewparêzan, xebatên me, fikra me ya derbarê guhertina destûra bingehîn, hin pirs jî kirin, bi qasî ji deste min hat bi detay ew agahdar kir. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi demokrasiye û piştgiriyê heye. Serokê giştî yê rêzdar wê bi hevalên xwe re bişêwire. Me nêrînên xwe bi hûrgilî jê re behs kir.”
Piştî Kiliçdaroglûyî, Ozdagî jî gotiye ku “Hin pirsên me hebû, me ew pirsîn. Bersivên bi detay hatin dayîn. Li gorî van bersivan em ê li lijneyên me yên peywendîdar binirxînin. Beriya vê civînê, me û serokên giştî yên partiyên siyasî yên di nava Tifaqa ATAyê de cih digirin û bi Sînan Oganî re gotûbêj kiribûn, paşê em ê dîsa gotûbêjan bikin. Di demeke kurt de em ê nêrînên xwe bi civaka tirk re parve bikin. (RT/FD)