Selma Gurkan bûye Seroka EMEPê
![Selma Gurkan bûye Seroka EMEPê](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/278/970/original/selma1020.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz ragihand ku wî ji serokatî û endamtiya partiyê îstifa kiriye, Selma Gurkan bûye seroka EMEPê.
Akdenîz di 16ê Gulanê de îstifa kiriye weha gotibû, "Hin nîqaş, helwest û meylên ku di pêvajoya hilbijartinên 14'ê Gulanê de di nava navenda partiyê de derketin, bûn sedem ku ez hem ji Serokatî û hem jî ji endamtiya partiyê îstifa bikim."
Di daxuyaniya ku îro ji aliyê Navenda Giştî ya EMEPê ve hat dayîn de wiha hatiye gotin:
“Lijneya Rêvebiriya me ya Giştî (GYK) ku di 17ê Gulanê de civiya û Alîkara Serokê me Selma Gurkan wek Serok hat wezîfedar kirin. Di peywira wî de em jê re serkeftinê dixwazin.”
Gurkan yek ji wan siyasetmedarên girîng e ku di heyama berê de serokatî kiribû.
(EMK/AY)