Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Milletparêz û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragihandiye ku wî Onûrsal Adiguzel, Alîkarê Serokê Giştî û endamê MYKyê ji wezîfeyê girtiye.
Onursal Adıguzel li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev biryar piştrast kiriye. Adiguzel diyar kiriye ku ku dest ji wezîfeyê berdaye û wiha gotiye:
"Ji ber nêrîna neyînî ya ku di raya giştî de çêbûye, tevî ku sîstemên me êvara hilbijartinê bê pirsgirêk dixebitîn, ji bo ku zirarê nedim pêvajoya hilbijartinê ya Serokê me yê Giştî Birêz Kemal Kiliçdaroglû ez dev jî wezîfeya xwe ya ku ji 2018an ve li ser im berdidim.”(NT/AY)