Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener, têkildarî encamên Hilbijartina Serokomariyê û Parlamenteriyê ya Serdema 28an cara 5emîn li ber kamerayan daxuyanî daye.
Yener diyar kiriye ku heta saet 09.45an ji 192 hezar û 214an sindoqan, 192 hezar û 187 sindoq hatine vekirin û weha gotiye:
“Ev jî dide nîşandan ku 27 sindoq nehatine vekirin û ji sedî 99ê sindoqan vebûne.
Li derve wela 9 hezar û 594 sindoqên me hene û hejmara sindoqên ku hatine vekirin jî 8 hezar û 65 e.
Heta niha 1529 sindoqên ku nehatine vekirin hene û rêjeya sindoqên li derveyê welat hatine vekirin ji sedî 84,06 e.”
Yener destnîşan kiriye ku li gorî van daneyan Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49,40, Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 44,96, Sînan Ogan ji sedî 5,2 û Muharrem Înce ji sedî 0,44ê dengan stendiye.
(VC/AY)