Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Namzetê serokomariyê Kemal Kiliçdaroglu sê roj pêş hilbijartinan li ser hesabê xwe yê Twîtterê li ser îdîayên girêdayî dîmenên Muharrem Ince hişyarî daye Rûsyayê û gotiye, “Dostên me yên Rûs, li pişt wan kaset, naverokên Deep Fake, komplo û montajan hûn hene.”
Kemal Kiliçdaroglû têkildarî midaxeleyên onlîne yên Rûsyayê yên ji bo hilbijartinên Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi peyamek Rûsya hişyar kiriye û gotiye: Destê xwe ji dewleta Tirkan bikşînin.”
Kiliçdaroglû weha gotiye:
“Dostên me yên Rûs, li pişt wan kaset, naverokên Deep Fake, komplo û montajan hûn hene. Heke hûn dixwazin piştî 15ê Gulanê dostaniya me berdewam be destê xwe ji dewleta Tirkan bikşînin. Em hîn jî alîgirê hevkariyê û dostaniyê ne.”(AEK/AY)