Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê Navxweyî û namzetê parlamenteriyê yê AKPê yê Stenbolê Suleyman Soylu beşdarî çalakiya ku partiya wî li Kolana Yildiztabyaya Gazîosmanpaşayê pêk anîye bûye.
Soylû di axaftina xwe ya çalakiyê de aşkere kiriye ku tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi fermana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hatiye kirin.
“Ez bûm Wezîrê Navxweyî. Serokomarê me gazî min kir. “Got Suleyman, ez ji şaredariyên HDP û PKKê yên li Başûrê Rojhilat nerehet im. Ji ber ku vana zarokan digirin û dibin çiya. Bacên dewletê ji PKKê re dişînin. Ew jî wek fîşek li Mehmetçîkê me vedigerin. Divê demildest tu wan ji wezîfeyê bistînî.”(AS/AY)