Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pêvajoya dengdanê ya ji bo hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê ya hilbijartina Serokomariyê û hilbijartina parlamenteriyê ya serdema 28an, bidawî bûye. Pêvajo di 27ê Nîsanê de destpê kiribû û hilbijêran li 151 navend û 16 navendên 73 welatan deng dane.
Heta 9ê Gulanê saet 23.00ê li van deran milyon û 691 hezar û 531 hilbijêran deng dane. Li deriyên sînoran jî 125 hezar û 479 kesan deng dane.
Li nûnertiyên derveyî Tirkiyeyê û deriyên sînoran milyon û 817 hezar û 10 kesan deng dane. Li derveyî Tirkiyeyê li ser hev 3 milyon û 416 hezar û 150 hilbijêr hene ku rêjeya kesên dengan bikar tîne ji sedî 53,18an .e
5 hezar û 114 sendoq hatine danîn
Hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê cara pêşiyê di sala 2014an de ji bo hilbijartina Serokomariyê, paşê ji di sala 2015an de ji bo hilbijartina giştî ya serdema 25 û 26an, di sala 2017an de ji bo Referandûma Guhertina Destûra Bingehîn û di sala 2018an de ji bo hilbijartina serokomariyê û hilbijartina parlamenteriyê ya serdema 27an, deng dane.
Di sala 2014an de rêjeya beşdariyê ji sedî 18,94 û di sala 2018an de jî ji sedî 50,9 bûye.
Li gorî nûçeya AAyê, di sala 2014an de li 55 welatan, li 105 nûnertiyan bi giştî hezar û 186 sendoq, di sala 2019an de li 60 welat, 123 nûnertiyan 3 hezar û 386 sendoqan deng hatine dayîn.
Ji bo hilbijartina sala 2023yan jî li 73 welatan, li 151 nûnertiyan, li 16 navendan 5 hezar û 114 sendoq hatine danîn. (AS/FD)