Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ji bo hilbijartina 14ê Gulanê ya parlamenteriyê û Serokomariyê heyetekê bişîne da ku çavdêriyê bike.
Li gorî daxuyaniya ku li malpera MPKEyê hatiye weşandin, Parlamenterê Partiya Sosyal Demokratan a Almanyayê (SPD) Frank Schwabe wê serokatiya heyete bike û heyet wê ji 33 kesan pêk bê. Heyet wê di navbera 12 û 15ê Gulanê de li Tirkiyeyê be.
Li gorî heman daxuyaniyê, heyet wê jimartina dengan bişopîne û beriya wê jî wê bi namzedên serokomariyê, serokên partiyan, serokên Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) û Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK), rojnameger û nûnerên civaka sivîl re hevdîtinan bike.
Di nava heyetê de wê endamekî/e Komîsyona Wenedîkê û koma hiqûqnasên serbixwe ya Konseya Ewropayê jî cih bigire û piştgiriya hiqûqî wê bide.
Heyet wê 15ê Gulanê roja Duşemê li Enqereyê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar bixe.
Heyeteke MPKEyê di navbera 12 û 13ê Nîsanê de hatibû Tirkiyeyê û bal kişandibû li ser ewlehiya hilbijartinê. (NY/FD)