Fotograf: AA Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Miletparêz û Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglûyî di weşana zindî ya NTVyê da pirsên derbarê rojevê da bersivandiye.
Kiliçdaroglûyî di bernameyê de diyar kiriye ku hilbijartin wê di tûra yekem de biqede û wî ev yek li qadên hilbijartinê dîtiye. Li gorî gotina Kiliçdaroglûyî, welatî li qadên hilbijartinê dixwazin aborî baş bibe, demokrasiyê dixwazin û dixwazin bihêvî bin û wan jî ji hilbijêran re gotiye ew ê çi û çawa bikin.
Kiliçdaroglûyî gotiye ku Tirkiye ji aborî heta siyasetê, ji darazê heta tenduristiyê ti carî neketiye nava rewşeke bi vî rengî xirab: "Ji xeynî qesrê pirsgirêkên mezin ên her beşê civakê hene û ji hemû beş giliyên xwe bi wan dikin."
"Di pêvajoya hilbijartinê de min navê wî neanî ser ziman"
Kiliçdaroglû derbarê êrîşa li Erziromê ya li dijî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglûyî bûye de jî axiviye: “Kî û bi çi sedemê keviran diavêjin zarokê 7-8 salî yê alaya tirkan di destan de? Kîjan xwedanwijdan ji vê re dibêje 'Erê'? Li wê qadê bi tenê alayên tirkan hebûn. Li wê qadê mîna êrîşî terorîstan dikin, hûn êrîşî wan kesan dikin ku Tirkiyê hilgirtine. Ma ber bi aqilê we ve diçe ev tişt?”
Kiliçdaroglûyî destnîşan kiriye ku ew dizanin bûyer provokasyoneke û kê teşwîq kiriye:
“Kesên ku kevir di destên wan de ne, bi gotineke din, di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de vî karî dikin. Fotografên wan hene. Di destên xwe de kevir hene û diavêjin. Tu çima diavêje birayê min? Ji ber çi sedemê hûn davêjin? Berpirsiyarê sereke kî ye? Berpirsiyarê sereke yê van bûyeran ew kesê li qesrê rûniştî ye.”
“Tawan û tawanbar diyar in”
Kiliçdaroglûyî Waliyê Erzeromê rexne kiriye û diyar kiriye ku tawan û tawanbar diyar in û xwest bi qasî kesên ku kevir avêtine, yên kevir dane avêtin jî bên dîtin. Kiliçdaroglûyî daxwaz ji welatiyan kiriye û xwestiye ew aram bin û gotiye ew naçin şer, ew dikevin hilbijartinê. (AS/FD)