Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komek êrîşî mîtînga Erziromê ya Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû kirine.
Komê bi ber û daran êrîşî otobusa ku Îmamoglû li ser axiviye kiriye û bi keviran êrîşî welatiyên li qadê kirine.
Îmamoglu bang li polêsên ku mudaxeleyî koma êrîşkar nekirine kiriye û wiha gotiye: “Polîs hûn li 200 kesî temaşe dikin. Midûrê polîsan, walî, şaredar; em ê giliyê we bikin"
"Midûrê emniyetê û walî temaşe dikin"
Îmamoglu bang li polêsên ku mudaxeleyî koma êrîşkar nekirine kiriye û wiha gotiye:
“Polîsên ku temaşe dikin, em jî li we temaşe dikin. Waliyê vî bajarî, midûrê emniyetê; Em jî li we temaşe dikin. Berdewam bikin. Tu pirsgirêk nîne. Temaşe bikin; qeyrana aborî, xizanî, hejarî… Erzirom li gorî dahata kesane di nav 81 bajarên Tirkiyeyê de di rêza 62emîn de ye. Pirsgirêka vî bajarî xizanî ye, pirsgirêka vî bajarî hejarî ye. Lê dibe ku ciwanên hatibin xapandin, rêveberên hatibin xapandin hebin. Binêrin polîs; Li vir welatiyên hatine birîndar kirin hene. Lê hûn temaşe dikin.
(RT/AY)