Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Karkerên ku li Yapi&Yapi Holdîngê kar dikin ji ber ku mûçeyên wan nadin dest bi çalakiyê kirine. Kezban Konukçû jî ji bo piştevaniyê çûye çalakiyê û ew jî bi karkeran re hatiye desteserkirin.
Karkerên endamên Sendîkaya Karkerên Rê, Înşaetê û Avahiyan ên Şoreşger (DEV-YAP) ku li şantiyeya Navenda Fînansê ya Stenbolê dixebitin, du meh in muçeyên xwe negirtine. Karker ji bo vê yekê protesto bikin li ber Emlak Konut GYOyê çalakî li dar xistine.
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Kezban Konukçu jî ji bo piştgirîyê tevlî çalakiyê bûye.
Karker bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan û polîsan li ber Emlak Konut GYO wan dorpêç kir. Tevî dorpêça polîsan jî karkeran xwest biçin hundirê avahiyê û bi rayedaran re hevdîtin bikin. Polîsan êrişî karkeran kiriye û 15 karker û Kezban Konukçu bi lêdanê desteserkirine. (TY/AY)