Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lêpirsîneke Serdozgeriya Komarî ya Şirnexê weke hêcet hatiye nîşandan û polîsan vê sibê li taxên Nûr, Barbaros û Cûmhûriyetê yên navçeya Silopiya ya Şirnexê bi ser hin malan de girtine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê piştî lêgerînên li malan 4 kesên navên wan diyar bûne û gelek kesên navên wan nediyar in hatine desteserkirin.
Kesên hatine desteserkirin birine Rêvebiriya Polîsan a Şirnexê.
Edene
Li Ceyhan, navçeya Edeneyê polîsan di saetên sibê de bi ser malan de girtine û gelek kes desteserkirin.
Sedema desteserkirina wan nehatiye hînbûn û birine Rêvebiriya Polîsan a Navçeya Ceyhanê.
Riha
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî a Rihayê de li 7 bajarên polîsan vê sibehê bi ser hin malan de girtine.
Di çarçoveya lêpirsînê de li bajarên Êlih, Mêrsîn, Konya, Antalya, Bedlîs û Stenbolê 11 kes hatine desteserkirin.
Diyar bûye ku dê kesên hatine desteserkirin bibin Rihayê.
(TY/AY)