Infografî: Yağmur Karagöz
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rapora Çavdêriya Medyayê ya BIAyê ku bi boneya 3ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê hat weşandin. Li gorî raporê hikûmeta ku ji sedî 80yê medyaya neteweyî kontrol dike, berê hilbijartinê giraniya xwe daye ser bêdengkirina rojname û televizyonên rexnegir.
Gelek mijarên wekî rexnekirina Diyanetê an jî bikaranîna olê ji bo berjewendiyan, xemsarî û nelirêtiyên beriya erdhejê, hebûna îdiayên ku têkiliya hin serdestan bi derdorên sûcdar re, danasîna pirtûka Serokê Giştî yê HDPê yê girtî Selahattîn Demîrtaş ya bi navê "Dad" ji bo cezakirinê bûye hincet.
Di raporê de hatiye destnîşan kirin k udi sê mehan de nêzî 200 nûnerên medyayê hatine darizandin, 187 nûçeyên onlîne û nûçe hatine astengkirin. Her wiha ji piştî hewldana darbeyê ve Tirkiye di kategoriya welatê ku “herî zêde rojnamegeran digrin” de cih girtiye.
Ji 195 bersûcan jê 8an beraat kirine
Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê nîşan dide ku di mehên Kanûna Paşiyê, Sibat û Adarê de herî kêm 195 rojnameger an jî nûnerên çapemeniyê li gorî Qanûna Cezê ya Tirk, Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê û Qanûna bi hejmara 2911an a ji bo Meş, Xwepêşandan û Civînan hatine darizandin.
Di heman heyamê de 9 rojnameger û 5 saziyên çapemeniyê jî ji ber tazmînatê dihatin darizandin. Her wiha îdianameya bi hêceta “endamtiya PKKê” ya derbarê 20 xebatkarên çapemeniya Kurd de ku 16 ji wan di Hezîrana 2022an de hatin girtin, ji 1ê Nîsanê ve li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dihat lêkolînkirin.
Di vê qonaxê de Dadgeha Îstînafê cezayê girtîgehê yê li Muyesser Yildiz, Îsmaîl Dûkel û Abdurrahman Gok hatiye birîn, pesend kir. Îsmaîl Saymaz, Firat Fistik û Ozan Buz ên bi sûcê ‘belavkirina daneyên şexsî’, Alîcan Uludag û Nazlan Ertan ên bi sûcê ‘kesên ku di têkoşîna dijî terorê de cih girtine kiriye hedef’, Mûstafa Sonmez, Ender Îmrek û Engîn Korkmaz ji dozên ku bi sûcdariya 'heqareta li Serokkomar' dihatin darizandin beraet kirine. Rojnameger Merdan Yanardag, Sedef Kabaş, Bariş Pehlivan û Ozan Alper Yurtoğlu bi dozên nû yên ji ber 'heqareta li Serokkomar' hatin vekirin, di raporê de cih girtine.
Beriya hilbijartinan sansûra onlîne ya berfireh
Beriya Hilbijartina 14ê Gulanê bi qedexe û astengkirinên kêfî weşan û postên rojnamegerên wek Îsmaîl Saymaz, Bariş Terkoğlu, Sefa Uyar, Bahadir Ozgur, Saygı Ozturk û Murat Ağırel kirine hedef. Wan rojnamegeran mijarên weke gendeltî û têkiliyên jiber berjewendiyan kirine rojev û hukumet bi van mijaran tohbet kirine.
Heta 1ê Nîsana îsal, Dadweriyên Cezê û Aştiyê an goYekitiya Sazkirinên Gihîştinê herî kêm 187 nûçe û naverokên rojnamevanîyê yên onlîne ji ber ku îdiayên gendelî, bertil û alîgirî nivîsandine an rexne kirine, hatine astengkirin.
Piştî erdhejê astengkirina înternetê bi qasî 10 saetan hem rojnameger hem jî mexdûrên erdhejê mexdûr kir.
Sê hefte piştî erdhejê, nûçeya Ajansa Nûçeyan a ANKAyê ku ragihandibû projeyên mezin ên înşaatê yên ji bo 5 bajaran hatine plankirin, dane şîrketên nêzî hikûmetê, 9 roj piştî weşana nûçeyê hat astengkirin.
Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê lîsansa xebatê ya buroya Deutsche Welle (DW) ya Tirkiyeyê ya ku di Tîrmeha 2022an da li ser daxwaza RTUKê hatibû astengkirin, dirêj nekir.
Hesabê Twitterê yê Rojnameya Xwebûnê ku hatibû girtin li ser nerazîbûnan dîsa hat vekirin. Malpera Rûdawê ku ji ber “parastina ewlehiya netewî û nîzama giştî” hatibû astengkirin, li ser nerazîbûnan dîsa hat vekirin.
RTÜKê ceza li Halk TV, TELE1, FOX TV û Haberturkê biriye
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTÛK) ku beriya hilbijartinê di sê mehên destpêkê yên salê de 28 caran cezayê pereyê îdarî li dezgehên çapemeniyê yên wekî Halk TV, TELE1, FOX TV û Habertürkê biriye. Lijneyê li beramber vê milyon û 649 hezar û 870 TL cezayê pereyî û 6 caran jî cezayê rawestandina weşanê daye. 158 hezar û 339 TL cezayê pereye îdarî li radyoyan biriye û sê caran jî cezayê rawestandina weşanê daye.
Di heman heyama par de bi giştî li televîzyonan 20 milyon û 868 hezar û 514 TL, li radyoyan jî 11 hezar û 517 TL ceza hatibû birîn.
Di nava 8 salan de 73 rojnamegeran jiber "Erdogan" hatine cezakirin
Herî kêm 22 rojnamevan û karîkaturîst di mehên Kanûna Paşiyê - Sibat - Adarê de (Levent Gültekin, Mustafa Sönmez, Bariş Pehlivan, Ozan Alper Yurtoğlu, Merdan Yanardağ, Deniz Yücel, Hayko Bagdat, Julien Serignac, Gerard Biard, Laurent "Aliceau", Sedef Kabaş, Rustem Batum, Ender Îmrek, Ahmet Sever, Ramazan Yurttapan, Haydar Ergül, Selçuk Uçar, Baransel Ağca, Engîn Korkmaz, Erk Acarer û Mehmet Baransu) bi hinceta 'heqareta li Serokkomar' hatine darizandin.
Dozên nû derbarê Merdan Yanardag, Sedef Kabaş, Bariş Pehlivan û Ozan Alper Yurtoglu de hatibûn vekirin, Mustafa Sönmez, Ender Îmrek û Engîn Korkmaz beraet kirine ku di xala 299em a TCKyê de dihatin dadkirin.
Lê mixabin, dadgehên herêmî yên li Tirkiyê, tevî pêşniyara Komîsyona Venedîkê ya ji bo betalkirina xala "heqareta li Serokomar" û biryara Vedat Şorli ya di Çiriya Pêşiya 2021an de DMMEyê dabû, darizandinên bi xala 299an a Qanûna Cezayê Tirk(TCK) hê didomîne.
Ji Tebaxa 2014an heta niha roja Erdogan weke Serokomar hat hilbijartin, 200 rojnameger bi tohmeta ku "heqareta li Serokomarî kirine" hatine darizandin û ji wan 73 kes bi cezayê pere ango bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin.
Wezîr û parlamenterên AKPê li pey tezmînatê ne
Di van sê mehên destpêkê yên salê de herî kêm 9 rojnameger û 5 saziyên çapemeniyê, rastî dozên tazmînatê yên derdorên desthilatê (Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank ji AKP'ê, Wezîrê Veguhastinê Adil Karaîsmaîloglu, Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê Sabahattîn Aydin, Alîkarê AK Partiyê yê Bursayê Mustafa Esgîn, Wekîlê AKP'ê yê Enqereyê Alî Îhsan Arsla, Alîkarê Serokê Desteya Rêveber a Koma Medyayê ya Turkuvaz Serhat Albayrak, Limak Holding, Koma Medyayê Demîrören) hatine. Di dozan de bi giştî 900 hezar TL tezmînat hatiye xwestin.
Di heman serdemê de dadgehên herêmî 3 dozên ku Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê Sabahattîn Aydin, Wekîlê AKP'ê yê Bursayê Mustafa Esgîn û LÎMAK Holdînga ji rojnameya Evrenselê re hatibûn vekirin, bi giştî 210 hezar TL red kir.
Ji 10 kesên hatine desteserkirin 4 jê li herêma erdhejê bûne
Di 3 mehên dawî de herî kêm 10 rojnameger hatin desteserkirin. Hin rojnamegerên di dema erdhejê de ku li Amedê kar dikin ji ber ku karta wan a çapemeniyê li ser nebûye hêzên ewlekariyê ew asteng kirin. Tenê di 3 rojên ewil ên erdhejê de 4 nûçegihan bi hincetên ku “Bê destûr dîmen girtine”, “karta wan a çapemeniyê ya turquoz tune ye” û “dijmindarî û nefret xistine nava gel” hatin desteserkirin.
Her wiha edîtorê beşa bîanet kurdiyê Aren Yildirim jî bi iddiaya ku “Endametiya rêxistina terore ye” hatibû desteserkirin. Ferhat Çelîk xwediyê îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi hinceta “kesên di têkoşîna li dijî terorê de cih digirin hedef girtine”, Firat Bulut bi îdiaya "dezenformasyonê" û nûçegihana Rojnameya BîrGûnê Asena Tunca dema li çalakiyê dişopîne hatiye desteserkirin.
Di heman heyama par de 6 rojnameger hatibûn desteserkirin.
Tundkarî li pênc nûçegîhanan kirine
Di navbera mehên Kanûna Paşiyê û Adarê de bi kêmanî êrîşî du rojnamegeran kirine. Ziyan dane kelûpelên sê rojnamegeran, gef bi kemanî li heft rojnamegeran xwarine. Gelek kesan bertek nişanî midaxeleya kêfî û tundkariya polîsan û karmendên Diyanetê dane ku li herêma erdhejê li dijî rojnamegeran pêk anîne.
Rayedarên Serokatiya Karûbarên Olî li taxa Narlicayê ya Hatayê, ji ber sedema ku dîmenên gorên komî yên nû hatine vekirin girtine, dest danîne li ser kelûpelên sê rojnamegerên serbixwe yên yewnanistanî. Paşê heman kelûpel şikandine û dane wan. Midûrekî polîsan ê li ser êlekî wî Ankara TEM nivîsûbû, li Battalgaziya Meletiyê pehîn li nûçegîhanê Halk TVyê Ferît Demîrî xistiye.
Par di heman mehan de êrîşî şeş rojnamegeran û saziyên çapemeniyê dabûn. Xwediyê Rojnameya Ses Kocaeliyê Gungor Aslan hatibû kuştin ku derbarê îdiayên gendeliyan ên îhaleyan de nûçe diweşand.
Dadgeha Destûra Bingehîn westiyaye
Dadgeha Destûra Bingehîn di navbera mehên Kanûna Paşiyê û Adara 2023yan de biryarek derbarê xwediyê rojnameya Adiyaman Gerger Firatê Haci Bogatekînî de daye. Di hilbijartina Serokatiya Dadgeha Destûrî de, Serokomar Erdoganî piştgiriya Îrfan Fîdanî dikir lê Zuhtu Arslanê li beramberî wî di hilbijartinê de bi ser ketibû.
Ji ber nivîsa wî ya di 2008an de bi ser navê “Feto û Apo” hatibû weşandin, Bogatekîn heman salê 109 rojan di girtîgehê de mabû û saleke cezayê din ê girtîgehê lê hatibû birîn. Dadgeha Destûrê biryar dabû ku cezayê li Bogatekînî hatiye birîn, ne li gorî Destûra Bingehîn e û gotibû bila 9 hezar û 900 TLyî bidin Bogatekînî.
Par di heman serdemê de Dadgeha Destûrê derbarê sansura înternetê de du biryarên girîng dabû ku yek jê derbarê Dadweriyeke Aştî û Cezayan de bû yek jî Saziya Îlanên Çapemeniyê (BIK) de bû. BIK bi salan e rojnameyên rexnegir ji îlanên fermî bêpar dihêle û dadweriyê jî bi armanca bêdengkirina nûçegihaniya online (Birgün, Gazete Duvar, Artı Gerçek, Sol.org.tr, Cumhuriyet, Diken û Tarımdanhaber) cedayan dide. Dadgeha Destûrê di biryarên xwe de diyar kiribû ku 8 hezar u 100 TLyî bide her yek ji van saziyan ku li ser hev dike 48 hezar û 600 TLyî.
DMMEyê bi tenê biryarek daye
Dadgeha Destûra Bingehîn di van sê mehan de derbarê rojnamegeran de bi tenê biryarek daye. Dadgehê di biryara xwe de gotiye ku mafên azadiya xweîfadekirinê û ewlehiyê yên rojnameger Abdûllah Kiliçê bi tohmeta “endamtiya FETOyî” dihate dadgehkirin, hatine binpêkirin. Dadgehê xwestiye ku Tirkiye 13 hezar û 375 € (nêzîkî 260 hezar TL) bide Kiliçî.
Par di heman mehan de DMMEyê derbarê Denîz Yucel, nûçegîhanê Die Weltê de biryarek dabû kul i Tirkiyeyê salekê girtî mabû. DMMEyê ji ber vê rewşê gotiye ku azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin û 13 hezar û 300 euro ceza li Tirkiyeyê biriye.
Têkoşîna li dijî necezakirinê
Tundkariya polîsan a di dema çalakiyên civakî de li rojnameger Gokhan Bîçîcî û Beyza Kûralê kirine, bi zora Dadgeha Destûra Bingehîn bûne mijara darazê. Ligel vê yekê nûçegihanê wêneyan ê AFPyê Bulent Kiliç û rojnameger Sîbel Hûrtaş a ku giliyên tundkariya polîsan kiribû, bê encam mabû. Û ev jî derbarê “têkoşîna li dijî necezakirinê tê kirin” de nakokiyên cidî derdixe holê.
Doza derbarê êrîşkarên ku li Enqereyê li ber mala wî êrîşî nivîskarê rojnameya Yenîçagê Yavûz Selîm Demîragî kiribûn, yek ji mînakên tunebûna vê îradeyê ye. Demîragî di pêvajoya hilbijartina 2019an de Tifaqa Komarparêz rexne kiribû. Pêvajoya "asayî" ya di doza kuştina Ûgûr Mûmcûyî de û yên mîna vê dozê de ûcdanê raya giştî diêşîne, baweriya bi edaletê tê jî ji kûr ve dihejîne. Bendewariya bidestxistina rastiyê ya ji desthilatê, her naveroka siyasî ya dosyeyan zêde dibe, kêm dibe.
Di dozên derbarê kesên dûrî desthilatê de rewş diguhere û dadgehkirin bileztir birêve diçe: Di 6ê Tebaxa 2022yan de nîqaşek di navbera parlamentere Ordûyê yê Pardiya Demokratan û rojnameger Latîf Şîmşekî de derketibû. Pasevanê Engînyûrtî Emrah Topalî êrîşî rojnameger Şîmşekî kiribû û kulm li ser rûyî wî dabû. Dadgehê 11 meh cezayê girtîgehê li Topalî birîbû.
Di sê mehan de 10 medyakar ji kar derxistine
Di van sê mehan de bi kêmanî 10 rojnameger, nivîskar an jî medyakar an ji kar hatine derxistin an ji ji bo ji ber di politikaya weşangeriyê de li hev nekirine, dest ji kar berdane. Di vê demê de bi tene şeş kes di Halk TVyê de dest ji kar berdane. Sozcu, Odatv, CNN Turk û Akîtê jî hin xebatkarên xwe ji kar derxistine.
Par di heman deme de dîsa di Halk TVyê de Ozlem Gursel û Emîn Çapa jî di nav de pênc rojnamegeran an dest ji kar berdabûn an jî ji kar hatibûn derxistin. (EÖ/Mİ/AY-FD)