Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li navçeya Arnavutkoya Stenbolê duh (1ê Gulanê) danê nîvro wesayîta hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk rastî êrîşa komekê hatiye.
Di dema êrîşê de endamê Partiya Çep a Kesk Kamuran Guneş birîndar bûye.
Êrîşkar ji cihê bûyerê reviyane û Kamuran Guneşê ku birîndar bûye ewil birine Nexweşxaneya Dewletê ya Arnavutkoyê û pişt re jî birine Qereqola Yavuz Selîmî.
Êrîş li Taxa Îslambeya Arnavutkkoyê pêk hatiye û bi tevir û bêran li Guneş dane û ew birîndar kirine. Piştî êrişê Guneş birine Nexweşxaneya Dewletê ya Arnavutkoyê.
Her weha piştî haya Hevserokê Navçeya Arnavutkoyê yê Partiya Çep a Kesk Yavuz Kahraman û endamên partiye ji bûyerê çêbûye çûne nexweşxaneyê.
Rapora derpkirinê nedane
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, xebatkarên nexweşxaneyê pêşî ji endamên partiyê yên ku dixwestin bizanin Guneş li ku ye re gotine "Kesê ku hûn behsa wî dike nehanîne vir."
Piştî israra endamên partiyê rayedarên nexweşxaneyê gotine ku polîsan Guneş li vir girtine û birine Qereqola Yavuz Selîmî.
Guneş bi birîndarî li midûriyeta polîsan tê ragirtin û nexweşxaneyê rapora derpkirinê nedaye wî.
Tê payîn ku piştî îfadeya li emniyete wê Guneş bibin Edliyeya Gazîosmanpaşayê.(TY/AY)