Fotograf: Omer Faruk Gergerlioglû
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamenterê Kocaeliyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Kesk a Çep ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglûyî, ji ber daxuyaniyê wî yên derbarê hilbijartinê de, girile Wezîrê Karûbarên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylûyî kiriye.
Gergerlîoglû çûye Edliyeya Kocaeliyê û li ber edliyeyê civîneke çapemeniyê saz kiriye. Gergerlîoglûyî bang li welatiyan kiriye û nirxandina Suleyman Soylûyî bi gotinên “xeflet” penase kiriye û diyar kiriye ku “rastesart destwerdana li hilbijartinê dike.”
Beşek ji nirxandinên Gergerlîoglûyî wiha ye:
“Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Sûcan ê dibêje ez Wezîrê Karûbarên Hundir im û ji ewlehiyê berpirsiyar e, dixwaze derbeyê li hilbijartinan bixe. Mirov ji gotinên wî bawer nake. Di nava xefletê de ye ku hilbijartinên 14ê Gulanê yên li gorî Destûra Bingehîn hatine ragihandin weke derbeya siyasî penase dike.
“Ev gotin nayê pejirandin û em ji bo van gotinan serî li darazê dixin. Ev gotin gelekî giran in. Ez ji we dipirsim welatiyên rêzdar; binêrin bê wezîrê karûbarên sûcan çi gotiye? ‘15ê Tîrmehê hewldana derbeya fîîlî bû. 14ê Gulana 2023yan hewldana derbeya siyasî ye’. Çima? Ji ber ku dibêjin ew ê desthilatê ji dest bidin.
“Ne tene ez û partiya min, divê hûn jî li ber vî tiştî rabin.
“Dengê we her yekî/ê gelekî girîng e, bi dengên we wê Tirkiye di 14ê Gulanê de şekl û şemaleke nû bigire, wê li Meclîsê wekîlên me yên nû hebin lê dema hûn rabin ji vê re bibêjin derbiya siyasî, hevalno hûn heqaretê li gel dikin.” (TY/FD)