Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê Karûbarên Hundir û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Dad û Geşepêdanî (AKP) Suleyman Soylû, gotiye ku 15ê Tîrmehê hewldana derbeya “fîîlî” lê ya 14ê Gulanê wê hewldana derbeya “siyasî” be.
Soylûyî li Stenbolê serdana Weqfa Zanist û Çandê kiriye û li vir hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmehê û hilbijartina 14ê Gulanê daye ber hev. Soylûyî destnîşan kiriye ku ji ber gel daketiye kolanan 15ê Tîrmehê biser neketiye:
“15ê Tîrmehê hewldana derbeya fîlîlî ya wan bû. Niha ez li vir dibêjim. 15ê Gulanê jî hewldana derbeya siyasî ye. Gelekî zelal û aşkere ye. 14ê Gulana 2023yan hewldana derbeya siyasî ya Rojava ye. Hewldana derbeya fîzîkî bû. 14ê Gulana 2023yan hewldana derbeya siyasî ye ku wê hemû amadekariyên ji bo Tirkiyeyê jinav bibin bînin ba hev û saz bikin. Ne ku ez vê dibêjim. Beriya niha bi salan, yê îro li serê Amerîkayê got. Ew rêbazên di nava salan de vala çûn, gotin ku bi tene dikarin bi rêbazeke wiha Tirkiyeyê bidest bixin.”
Soylûyî her weha diyar kiriye ku “Ev mijar miajra alema îslamê ye. Ev mijar mijara mazlûman e. Ev mijar mijara sedsala li pêş me ye. Ev mijar mijara erdnîgariya li derûdora me ye. Ev mijar mijara ku wê sîstemeke nû li cîhanê saz bibe yan na ye.” (VC/FD)