Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di çarçoveya hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê û Serokomariyê de welatiyên ku li derveyê welat dijîn vê sibê dest bi dengdanê kirine.
Welatiyên ku li Ewropayê dijîn dê li deriyên sînor yên Kapıkule, Îpsala, Pazarkule, Hamzabeylî û Derekoyê dengên xwe bidin. Li ketin, derketina û gara deriyê Kapıkuleyê 3 sindoq, li deriyên sînor ên Îpsala, Pazarkule, Hamzabeylî û Derekoyê jî sindoqek hatine danîn.
Komîteyên sindoqên li derveyî welat ku ji serok, wezîfedarek dewletê û kesên ku ji aliyê sê partiyên siyasî yên ku di hilbijartinên giştî yên dawîn ên Tirkiyê de herî zêde deng wergirtine pêk tên.
Dengdana li 73 welatan û li 156 nûnertiyên derveyî welat dê di 9ê Gulanê de bi dawî bibe. Pêvajoya dengdana li deriyê sînoran jî wê 14ê Gulanê roja Yekşemê saet di 17.00an de bi dawî bibe.
(AS/AY)