Fotograf: HUDA PAR - Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê HUDA PARê (Partiya Doza Heq) Zekeriya Yapicioglûyî li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, serdana Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Serokê berê yê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqa Federal Mesûd Barzaniyî kiriye.
Yapicioglû namzetê parlamenteriyê ye û wê ji lîsteya Tiqafa Komarparêz bikeve hilbijartinê.
Barzaniyî li ofîsa xwe ya li Hewlêrê mazûbantiya Yapicioglûyî kiriye.
HUDA PARê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşandiye û behsa hevdîtinê kiriye. HUDA PARê diyar kiriye ku li ser mijarên di rojevê de ne axivîne. (NT/FD)