Fotograf: AA Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
20 roj mane ku Hilbijartina Serokomariyê û ya Giştî ya Parlamenteriyê ya Serdema 28an. Hilbijartin wê di 14ê Gulanê ya 2023yan roja Yekşemê pêk bê.
Di pusulayê de Recep Tayyîp Erdogan, Mûharrem Înce, Kemal Kiliçdaroglû û Sînan Ogan namzetên Serokomariyê ne û li dû hev tên.
24 partiyê siyasî wê bikevin hilbijartina gişî ya parlamenteriyê û 151 namzetên serbixwe hene. Vê hilbijartinê wê hin partiyên siyasî di bin navê tifaqan de bikevin hilbijartinan ku “Komarparêz”, “Netewparêz”, “Ata”, “Ked û Azadî” û Yekîtiya Hêzên Sosyalîst” in.
Wê 191 hezar û 884 sandoqan deynin
Li 973 navçeyan wê li hezar û 94 lijneyên hilbijartinê yên navçeyan, hezar û 91 hezar û 884 sendoqan deynin.
Li hundir û derveyî welêt wê 64 milyon û 113 hezar û 941 dengdêr dengan bidin. Li nava welêt 4 milyon û 904 hezar û 672 dengdêr wê cara pêşiyê dengê xwe bidin. Li girtîgehan jî wê 53 hezar û 172 girtî dengê xwe bidin.
Ger hilbijartin bimîne dora duyem, wê pêvajoya hilbijartinê di 1ê Hezîranê de bidawî bibe. (AS/FD)