Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ermen û suryanên di Komkujiya Ermenan a 24ê Nîsanê de hatine qetilkirin, bibîr aniye.
HDPyê di daxuyaniya xwe de gotiye, “Di ser Karesata Mezin (Metz Yeğern) de 108 sal derbas bû k udi 24ê Nîsana 1915an de zêdetirî 200 sed rewşenbîrên ermen ji malên wan derxistin û ew şandin mirine û bi vê re jî qirkirina etnik û baweriyan destpê kir. Ev pêvajo bi sirgunkirin û qetilkirina bi sed hezaran ermenan re dewam kir. Gelen din ên xiristiyan ên vê erdnîgariyê jî bûn, kirin hedefên vê polîtîka û pêkanînê.
“Hedefa ku bi armanca cudahiyan ji holê rake û civakeke homojen ava bike; feraseta yek nîjad-yekol-yek zimanî serwer bike; ya dixwest jiyana gel û baweriyên cida li ser vê xakê bide jibîrkirin, ji wê rojê heta îro berdewam e. Ew rastiya ku ti nasnameyeke etnik, ziman, çand an jî baweriya li ser vê xakê dijî ji yeke din ne mezintir e, hîna di asta civakî û siyasî de nehatiye qebûlkirin.
“Rûbirûbûna sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin, gaveke girîng e ji bo avakirina siberojeke wekhev û hevpar û aştiya civakî. Derengxistina rûbirûbûna şermezariyên ku erdnîgariya me bêwêç kirine, xizmetê ji wî tiştî re nake ku aştiya civakî û rastî bên axavtin.
“Em bi van hest û hizran, weke gelên kevnar ên Anatolya û Mezopotamyayê, xemxurên êşa 108 salî ne, em ji dil û can hest bi vê Karesata Mezin, trajediya mirovahiyê dikin, careke din kesên di wê pêvajoyê de can dane bi xemgînî û rûmetdariyê bibîr tînin.” (EMK/FD)