Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî nûçeya malpera NewsinEnglish.noyê Wezîra Karên Derve ya Norwêcê Anniken Huitfeldt di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku xebatên dîplomatên ku hatine dersînorkirin, li gorî statuya wan a dîplomatîk nîne.
Huitfeldtê bêyî ku dîrokekê diyar bike, destnîşan kiriye ku 15 dîplomatên weke “kesên nayên xwestin” hatine ragihandin divê ji Norwêcê derkevin. Wan aliyên pêwendîdar ji bo vê yekê agahdar kirine.
Wezîr Huitfeldtê di berdewamiya daxuyaniya xwe de gotiye, "Ji bo rê li çalakiyên sîxuriyê yên Rûsyayê were girtin, têkoşîna li dijî vê û ji bo ewlekariya berjewendiyên netewî ev tedbîrek girîng e.
Rûsya dê bersivê bide
Berdevkekî Balyozxaneyê Rûsyayê ya Norwêcê ji NRKê re axivîye û biryara dersînorkirinê wek "gaveke pir dijminane " bi nav kiriye û gotiye ku dê "bersiv" li dijî wê bê dayîn.
(NT/AY)