*Merve Uluk - Eren Gultekîn
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hilbijartina ku wê di 14ê Gulanê de pêk bê, ji bo Tirkiyeyê, Herêm û Rojhilata Navîn gelek hesas e. Yek ji diyarkerên vê pêvajoya krîtîk jî dengdêrên ciwan in.
Îsal nêzî 6 milyon dengdêrên ciwan wê biçin ser sindoqan. Tifaqên ku bi potansiyela dengdayînê ya ciwanan dizanin, sozan didin da ku ciwanan bikişînin ser sindoqan.
Ji Komeleya Nifşa Zyê a ku li Amedê xebatên ciwanan dimeşîne Eren Gultekîn û Merve Ûlûkê pirsên bianetê bersivandin.
Eren Gultekîn destnîşan kir ku di nava ciwanan de fikarên herî mezin bêkarî, aloziya siberojê, derfetên aborî, perwerde, newekhevî, edalet û tenduristî ye weha got:
“14ê Gulanê ji bo Tirkiyeyê girîng e”
“Pêwîste siyasetmedar li hemberî daxwazên me ciwanan gelekî bi hesas bin û polîtîkayên ku ji bo ciwan bibe xwedî gotin biafirîne. Hilbijartina ku dê di 14ê Gulana 2023an de bê kirin dê ji bo Tirkiyeyê gelek girîng be. Girîng e ku namzedên bên hilbijartin polîtîkayên ku bersivê bidin daxwazên me ciwanan û edaleta aborî û civakî pêk bînin. Bi vî awayî em ciwan dikarin zêdetir beşdarî pêvajoya siyasî bibin û ji bo pêşeroja welatê xwe bi şêwazekî bibandor bibe xwedî gotinê.”
“Tifaqa Komar bersiv nade pirsgirêkên ciwanan”
Gultekînî sozên ku tifaqan dane ciwanan nirxand û got, “Tifaqa Miletparêz di bersivdayîna pirsgirêk û daxwazên ciwanan de serkeftiye lê belê sozên Tifaqa Komarê nikare di van mijaran de polîtîkayên têr pêşkêş bike û nikare bi têrkerî bersivê bide daxwazên ciwanan. Ji ber vê çendê ku siyaseta Tifaqa Miletparêz ya li ser ciwanan dikare ji bo paşeroja welatê xwe bibe alîkar ku pêvajoyeke siyasî ya bi bandortir û domdartir bike, lê mirov dikare bibêje ku Tifaqa Komar di vî warî de serneketiye”
“Divê em alternatîfeke nû ya siyasî ava bikin"
Xwendekara rojnamegeriyê Merve Ulukê jî destnîşan kir ku ji bo me ciwanan tiştên herî girîng ewlehî, aştî û wekheviye û weha bilêvkir: “Em weke rêxistinên ciwanan di hilbijartinan de herî zêde edalet, wekhevî, geşepêdan, îstihdam, ewlekarî û aştiyê dixwazin. Em ê dengê xwe bidin partiyên ku mafê nûneriyê û derfeta beşdarbûnê ji bo siberoja welatê me, didin me û her weha em ê dengê xwe bidin partiyên ku mafên ciwanan diparêzin û dengê ciwanan dibihîzin. Tifaqên heyî bersivê nadin pirsgirêk û daxwazên ciwanan. Ev tifaq tenê ji bo berjewendiyên xwe hene û ciwanan tune dihesibînin. Weke ciwan divê em alternatîfeke nû ya siyasî ava bikin.”
“Ciwanên Amedê jî parçeyek ji Tirkiyeyê ne û pirsgirêkên aborî, siyasî, civakî û çandî yên welêt bi heman awayî bandorê li wan jî dikin.”
“Ji bajarên ku herî zêde Kurd lê dijîn jê yek Amed e. Amed ji ber pirsgirêka Kurd a ku bi salane didome bi pirsgirêkên weke şer û koçberiyê re rûbirû ye. Ev rewş dibe sedema wê yekê ku ciwanên Amedê rastî pirsgirêkên nasnameyê û ewlehiyê bibe. Pirsgirêkekê din a ciwanên li Amedê dijîn ew e ku li kolanan kar dikin an jî lê dijîn e.”(SY/AY)