Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Îspanyayê hikûmeta navendî hewldana lidarxistina referandûma serxwebûna herêma xweser a Katalonyayê red kiriye.
Li gorî nûçeya Catalan Newsê Wezîra Maliyeyê ya Spanyayê Marîa Jesus Montero roja Çarşemê li Madrîdê ji rojnamegeran re gotiye: "Di bin serokatiya Serokwezîr Pedro Sanchez de, li Katalonyayê referandumek li ser mijara serxwebûnê nayê kirin."
Wezîrê destnîşan kiriye ku divê Serokwezîrê Herêma Katalonyayê Pere Aragones li gorî Destûra Bingehîn tevbigere.
Aragonès roja Sêşemê li Barselona, paytexta hikûmeta xweser a Katalonyayê, ragihandibû ku dê bi şêwirdarîya bi beşên cuda yên civakê re pêşnîyarek "ji bo çareserkirina pirsgirêka bingehîn a Katalanan" were amadekirin û di destpêka sala 2024an de ji Madrîdê re were şandin.
Katalanî daxwaza referandumek weke ku di sala 1995an de li eyaleta Quebec a Kanadayê pêk hatiye dike.
Ne tene Madrîdê, alîgirên serxwebûnê jî bertek nîşanî plana referandûmê dane. Cudaxwazên wek JuntsXCat yên lîberal-muhafezekar, dibêjin ku serxwebûna Katalonyayê bêyî erêkirina referandûmê ya Madrîdê dikare were bidestxistin.
(NT/AY)