Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di komcivîna meclîsê ya partiya xwe de axiviye.
Pervîn Bûldanê diyar kiriye û gotiye:
“Navnîşana rêya ku me nû ava kirî Partiya Çep a Kesk e. Me rêya xwe ya sêyemîn bi rêya Kesk û Çepê re kir yek û veguherand rêya guherîna hevpar a gelên Tirkiyeyê. Em, ji bo di vê rêyê de destkeftiyên mezintir bi dest bixin tên. Weke jinan em ê dawî li vê rejîma yekzilamî bînin. Em tên da ku Tirkiyeyê veguherînin bihara jinan.”
“Me duh bi partiyên kurd re li Amedê beyannameya xwe eşkere kir. Me peyama xwe ya çareseriya demokratîk û yekitiya demokratîk li Amedê da. Ji çar aliyên Tirkiyeyê weke Çep a Kesk a bi milyonan kesan tên. Divê her kesên xwe weke demokrat dibînin çavekî li beyannameya me bigerîne. Beyannameyên me, bernameyên xurt ên demokratîkkirina Tirkiyeyê ne. Beyannameya me, temînata jiyana azad û wekhev a hemû kesên rastî cihêkariyê tên e. Bingeha demokrasiyeke xurt, aştiyeke birûmet, edalet, wekhevî û azadiyê û temînata çareseriyê ne. Her teahûda di beyannameya me de, bawer bikin manîfestoya ji nû ve avakirina Tirkiyeyê ye.”
“Hêvî di Çepa Kesk de ye”
“Hêvî em in, hêvî Çep a Kesk e. Çareserî, Çep a Kesk e. Soza me heye, em ê çareser bikin. Biryara me heye, em ê biguherînin. Em, ji bo ku bi hev re demokrasiyê ava bikin tên. Lê divê em ji ewil vê pergala faşîzmê ya weke ewrên reştarî li ser serê vî welatî biguherînin. Em ji bo ku vî welatî ji rejîma AKP-MHP’ê ya ku xwe bi şer, cihêkarî, siyaseta nefretê û kedxwariyê xweyî dike rizgar bikin, tên. Em ê bi hev re Tirkiyeyê ji yekperestî, ji darbeyên qeyûman xelas bikin. Divê tevahiya gelê me baş bizane ku kedxwarî, pergala koletiyê, birçitî û hejarî qedera wan nîne. Polîtîkaya şer a ku tenê bi xwe re êş û wêraniyê tîne, qedera wan nîne. Divê bizane ku bêedaletî, zilm û pergala yekperest a mêran ku bingeha xwe ji neheqî, tundî, cînayet û newekheviyê digire qedera wan nîne. Pêşeroja hatiye dizîn û bêhêvitiya hatiye afirandin, qedera ciwanan nîne. Karesatên mezin ên ji ber polîtîkayên rantê diqewimin, qedera bajarên me nîne. Tu kes neçarî vê pergala krîzê ya AKP-MHPê nîne.”
“Em ê dawî li pergala heramiyan bînin”
“Me got ku rêyeke din pêkan e. Em ji bo vekirina rêyên jiyaneke azad, wekhev û demokratîk têkoşiyan. Navê wê rêyê jî Rêya Sêyemîn e, Çep a Kesk e. Em ê tenê kavilên AKP-MHP’ê li pey xwe hiştin ranekin, her wiha dê hesabê hemû felaketên wan bi serê gelê anîne ji wan bipirsin. Temenê zivistana reştarî ya AKP-MHP’ê heta Bihara Çep a Kesk e. Dê di biharê de têk biçin. Em ê dawî li vê pergala heramiyan bînin ku gel weke tebaa dibîne, hemû çavkaniyên welêt pêşkeşî çeteya 5an dike û pergala dizî, talan û bêariyê ye.”
“Ev welat deyndarê kurdan, elewiyan, ermenan, suryanan, êzidiyan, romanan û lazan e. Deyndarê hemû baweriyên vê xakê ne. Deynê wan ê demokrasî, aştî, azadî, makeqanûneke demokratîk, zimanê dayikê, mafên jinan, pêşerojeke azad a ciwanan heye. Ji bo ku van mafên xwe yên hatine xespkirin dîsa li xwe vegerînin, em ji bo avkirina demokrasiyeke xurt tên. Lewma hilbijartinên 14ê Gulanê hesas û dîrokî ne. Ne tenê hilbijartineke. Her wiha dîroka pergala nû û diyarkirina pêşerojê ye.”
Ji bo hilbijartinan demekî kin ma. Êdî dem hatiye ku em xebat û tempoya xwe derxînin lûtkeyê. Em ê bi coş, kelecan û daxwazeke mezin, mezintirîn kampanyaya hilbijartinê ya di demên dawî de bimeşînin. Tevî hemû zext û astengkirinan jî me tu carî meydan bo faşîzmê nehişt. Tevî hemû bêedaletî û newekheviyan jî em ê li qadan bibin dengê gelê xwe. Em soz didin ku dê di hilbijartinan de qadê bo van nehêlin. Li dijî kompas, dozên girtinê, xefik û operasyonên siyasî, em soz didin ku dê li qadan û ser sindoqan bersiva herî xurt bidin. Em ê bi şev û roj bixebitin. Em ê bayê hêviyê yê Çep a Kesk li her çar aliyên Tirkiyeyê bigerînin. Em ê biçin her deverê û silav bidin her kesî. Ev yek soza me ya bo hevalên me yên di girtîgehan de, hevalên me yên li sirgunê û yên jiyana xwe ji dest dayîn e.”
"Bila rengê sindoqan Çep a Kesk be”
“Belê, dema min beyanname eşker kirî jî gotibû. Hedefa me ew e ku herî kêm 100 parlamenteran bişînin Meclisê. Em xwedî wê hêz û baweriyê ne. Ji bo pêkanîna vê armancê em ê bi şev û roj bixebitin. Parlamentoyeke ku deng, reng û gotina me lê xurt, dê bibe Meclisa rasteqîn a gel. Ji ber ku temînata çareserî û demokrasiyê, hebûna Partiya Çep a Kesk a li Meclisê ye. Her kesê ku Partiya Çep a Kesk hildibijêre, her wiha jiyana xwe misoger dike. Lewma dibêjim werin em li dora Çep a Kesk bicivin û sedsala duyemîn a komarê bikin sedsala azadî û aştiyê. Werin em vê sedsalê bikin sedsala çareserkirina pirsgirêka kurd û dîrokê jinûve binivîsin. Bila pisûlaya me Çep a Kesk be. Bila rengê sindoqan Çep a Kesk be. Bila navê biharê, bihara Çep a Kesk be.”(EMK/AY)