Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Karadagê di hilbijartina serokamariyê de ji Tevgera Ewropayê Jakov Milatovicê 37 salî bi ser ketiye. Milatovic di tûra duyemîn de ji sedî 60ê dengan bidest xistiye û bûye Serokomarê 8emîn ê wî welatî.
Li gorî rapirsiyên Navenda Çavdêrî û Lêkolînê ya serbixwe (CeMI) ku hilbijartinên li welatî dişopîne parve kiriye, di tûra duyemîn a hilbijartinê de ku cara yekem di 19ê Adarê de hatiye kirin de ji sedî 98ê dengan hatine hijmartin.
CeMIyê ragihandiye ku rêjeya beşdarbûna dengdêran ji sedî 70,5 bûye.
Desthilatdariya Djukanovic ya 32 salî bi dawî bûye
Serokomar Djukanovic daxuyanî daye rojnamegeran û gotiye, "Hilbijartina Serokomariyê qediya, encam diyar bûye. Ez Jakov Milatovic ji ber dengên ku stendiye pîroz dikim. Hêvîdar im ku bibe serokomarekî serkeftî. Ji ber ku serkeftina wî tê wê wateyê ku Karadag jî dê bibe welatek serkeftî."
Djukanoviç di Sibata 1991ê de wek serokwezîr hatibû wezîfedarkirin û ji wê deme ve desthilatdar e.(NT/AY)