Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Jinên Partiya Çep a Kesk danezana xwe ya hilbijartinê aşkere kir. Ji bo aşkerekirina danezanê li Hîlton Otelê ya li Enqereyê civîneke girseyî pêk hat.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun-Ûçar û Berdevka Meclîsa Jinan a HDPyê Ayşe Acar-Başaran jî di nav de parlamenterên HDPyê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û aktivîst beşdarî civînê bûn.
Li salonê gelek caran sloganên “Jin jiyan azadî, “Dema jin azad bibin wê cîhan biheje” hatin berzkirin. Her weha li salonê govend hate gerandin.
Siyasetmedarên jin ên girtî Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel û Gultan Kişanakê ji girtîgehan name şandibûn ji bo civînê.
Piştî axavtinan Berdevka Meclîsa Jinan a HDPyê Ayşe Acar-Başaranê kurdiya danezanê, Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan Çalaganê jî tirkiya wê xwend.
Beşek ji danezanê wiha ye:
● Em ê Peymana Stenbolê paş ve bînin û em ê zagona bi hejmara 6284’an bi awayekî bandorker pêk bînin.
● Em ê dawiyê li cudahiya zayendparêz, cudakariya li kargehan, mobîng û newekheviyê bînin.
● Em ê sedemên ku li pêşiya wergirtina kar a jinan dibin asteng ji holê rakin. Em ê temenê teqawitiyê kêm bikin û xebatên pêwîst bikin da ku di teqawitiyê de ji bo jinan cudakariya erênî bê kirin.
● Em ê di wergirtina kar de wekheviya zayendî pêk bînin û em ê qadên xebatê yên jinan berfirehtir bikin.
● “Ji bo heman karî, heman heqdest” ê li tevahiya qadên jiyanê têkoşînê bimeşînin.
● Her wekî ku di rêveberiyên xwecihî de jî cara pêşîn me pêk anî, di dema herî kin de, li tevahiya welêt em ê Peymana Tundî û destdirêjiyê İLO bixin mêriyetê.
● Ji bo ku betaliya jinan û xizaniya jinan kêm bibe û jin bêhtir di pêvajoya hilberînê de cih bigirin em ê piştgiriyê bidin kooperatîfên jinan.
● Em ê di sendîkayan de prensîba nûneriya wekhev pêk bînin.
● Em ê bi sererastkirinên zagonî 8’ê Adarê bikin Roja destura fermî.
● Em ê cudarkariya li hemberî jin, LGBTÎ+ û penaberên ku li kargehan dixebitin ji holê rakin.
● Em ê edaleta civakî û wekheviya zayendî li ber çavan bigirin û xebatên piştgiriya civakî yên ji bo jinan pêk bînin.
● Em ê şert û mercên jiyanê yên jinên ku kedkarên çandiniyê yên demsalî sererast bikin û da ku ew bi awayekî ewle/bi ewlayî bixebitin.
● Di qada civakî, çandî û siyasî de, di serî de kuştinên nefretê, em ê tevahiya newekhevî û cudakariyên li hemberî LGBTÎ+’yan ji holê rakin.
● Ji bo ku em rê li tawanên nefretê yên di çarçoveya nijad, ol, ziman, bawerî û nasnameya zayendî de bigirin, em ê di ZCTyê (TCK) de sererastkirinên nû çêbikin.
● Em ê perwerdehiya demokratîk û zanistî ya bê pere, wekhevîparêziya zayendî, bi zimanê dayîkê pêk bînin.
● Em ê bikin ku xwendekarên keç li gund û taxên ku lê dijîn perwerde bibin. Li cihê ku veguhastin, em ê veguhastina bê pere bikin.
● Em ê pergala perwerdehiyê li gor hişmendiya laîkiya azadîparêz ji nû ve sererast bikin; em ê waneya Wekheviya Zayenda Civakî wek derseke jêneger li mufredatê zêde bikin.
● Ji bo ku em nehêlin jinên xwendekar li yûrdên terîqetan bimînin, em ê yûrdên bê pere yên ku înternet û xwarinê didin ava bikin û alîkariyê bidin kesên ku pêdiviya wan pê hebe.
● Em ê bi jinan re, ji bo jinan bernameyên akademîk, çandî, hunerî, civakî, aborî, perwerdehî û tenduristiyê yên ku pêdiviyên xwecihî esas digirin diyar bikin û pêk bînin.
● Ji ku em xwedî li mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê derkevin, em ê ji bo jinan kûrsên xwendin û nivîsandinê vekin û der barê zimanê dayîkê de bernameyên perwerdehiyê çêbikin.
(EMK/FD)