Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kes ango kesên ku nasnameya wan heta niha diyar nebûye destê vê sibê bi çekan êrişî avahiya Serokatiya Bajarê Stenbolê ya IYI Partiyê kirine.
Di êrişê de gule li paceya avahiyê ketiye û polîs li avahiya ku li Merterê ye lêkolînan dikin.
Diviyabû îro di saet 15.30an de Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener bi Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglûyî re li Gazîosmanpaşayê beşdarî merasimeke vekirinê biba.
Bandora guleyên we nîne
Seroka berê ya Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya Stenbolê Canan Kaftancioglu bertek nîşanî êrişê daye û gotiye:
“Li hemberî qenciyê bandora guleyên we jî nîne, wê nebin jî. Derbasî be.”
(TY/HS/AY)
*Ev nûçe Helen Sarigulê ji tirkî wergerandiye