Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
45 roj man ku ji bo Hilbijartina Serokomariyê ya 13an û ya Giştî ya Parlamenteriyê ya Serdema 28an.
Dema îtîrazan a ji bo lîsteya namzetan a demkî ya serokomariyê, îro saet di 17.00ê de wê bidawî bibe. Paşê wê Saziya Bilind a Hilbijartinan (YSK) îtîrazan binirxîne.
Pêşketinên di rojeva hilbijartinê de derketine pêş ev in:
Partiya Kedê (EMEP) ragihandiye ku ew ê ji lîsteyên Partiya Çep a Kesk û bi namzetên xwe bikevin hilbijartina 14ê Gulanê. EMEPê “bi armanca siberoj û xurtbûna” Rêkefina Ked û Azadiyê ev biryar daye.
Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TIP) Erkan Başî aşkere kiriye ku lîstikvan Mehmet Aslantûgî pêşniyara wan a ji bo namzetiya serokomariyê qebûl kiriye.
Yek ji avakarên Partiya Dengê Gel (HAS Parti) û endama Lijneya Rêveber a Giştî ya kevn a Partiya Saadetê Emîne Ûçakê aşkere kiriye ku wê ji bo namzetiyê serî li Partiya Gel a Komarî (CHP) daye.
(TY/FD)