Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yenerî aşkere kiriye ku wan namzetên şert û mercên beşdarbûna hilbijartina serokomariyê bicih anîne, diyar kirine û ji bo ragihandinê navên wan şandine Rojnameya Fermî. Li gorî vê rewşê Kemal Kiliçdaroglû, Mûharrem Înce, Recep Tayyîp Erdogan û Sînan Ogan bûne namzetên serokomariyê.
Tifaqa Miletparêz Kemal Kiliçdaroglû, Tifaqa Komarparêz jî Recep Tayyîp Erdogan weke namzetê xwe nişan dabû.
Hilbijêran jî îmze kom kirine
Li gorî sîstema hilbijartinê, dema 100 hezar hilbijêr ji bo kesekî/ê îmzeyan kom bikin û serî li YSKyê bidin, ew kes jî dikare bibe namzet. Mûharrem Înce û Sînan Ogan, her yekî ji wan li gorî vê rewşê zêdetirî 100 hezar îmze kom kirine û bûne namzet.
Ajansa Anadolûyê di nûçeyeke xwe de diyar kiriye ku Yenerî civîneke çapemeniyê pêk aniye û di vê civînê de gotiye, ji bilî Kiliçdaroglû û Erdoganî, navên din ên ji bo namzetiyê îmze kom dikirin hebûn. Yenerî behsa hejmara îmzeyan kiriye ku ew wiha ne: Ji bo Mûharrem Înceyî 114 hezar û 661, ji bo Sînan Oganî 111 hezar û 508, ji bo Mûhammed Alî Fatîh Erbakanî 69 hezar û 255, ji bo Dogû Perînçekî 27 hezar û 61, ji bo Yakûp Turkalî 3 hezar û 137, ji bo Erkan Truktenî 2 hezar û 589, ji bo Tevfîk Ahmed Ozalî hezar û 544, ji bo Îrfan Ûzûnî hezar û 263, ji bo Halîl Mûrat Unverî 538, ji bo Hîlmî Ozdenî 478 û ji bo Davût Tûranî 122 kesan îmze dane.
Yenerî behsa pêvajoya hilbijartinê ya YSKYê kiriye û gotiye, roja Sêşemê wê lîsteya namzetan a demkî ya serokomariyê di Rojnameya Fermî de bê ragihandin û paşê wê pêvajoya îtîrazkirinê destpê bike. Piştî ku YSK van îtîrazan binirxîne û biryaran bide, lîsteya namzetan a tekezkirî ya serokomariyê wê 31ê Adarê di Rojnameya Fermî de biweşe û wê pêvajoya propagandayê ya ji bo hilbijartina serokomariyê destpê bike. (AEK/FD)